Bi sedan welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji bo ku tev li merasîma Mam Zekî Şengalî bibin, ji saetên sibê ve bi karwanekî mezin ku ji sedan erebeyan pêk tê, ketin ser rêya Şengalê.
Mam Zekî Şengalî roja 15`ê Tebaxê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve suîqastek li dijî wî hate kirin û di encamê de Şengalî şehîd bû.
Merasîma oxirkirina Zekî Şengalî dê îro saet di 15:00`an de li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan a Şengalê were lidarxistin.