Hemo: Dibe ku em hêzê bişînin Suweydeyê

Hemo: Dibe ku em hêzê bişînin Suweydeyê

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got ji bo ku Suweyde ji terorê were rizgarkirin ew amade ne ku hêzên bişînin. Hemo her wiha got çalakiyaên li Efrînê wê zêdetir bibin.

Fermanarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ku ji rojnameya Şark El Avsat re axivî, derbarê êrîşa Suweydê ku çeteyên DAÎŞ’ê 200 kes kuştin û 35 kes revandin got,  ‘êrîşeke hovane ye’ û domand, ‘’Êşa gelê Durzî bi êşa gelê Kobanê re û bi êşa gelê Efrînê ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye, yek êş e.’’

Hemo got ew hazir in ku alîkariyêbi gelê Suweydeyê re bikin û got, ‘’YPG’ê di şerê dijî DAÎŞ’ê û rêxistinên terorîst de serkeftina xwe ispat kir. YPG ya ku di bin banê QSD’ê de ye 1 ji 3 paran welêt ji DAÎŞ’ê rizgar kir.’’

 ‘LI EFRÎNÊ ÇALAKIYÊN DIJÎ DAGIRKERAN WÊ ZÊDE BIBIN’

Hemo derbarê rewşa Efrînê jî got, çalakiyên YPG’ê yên li Efrînê dijî artêşa Tirk û çeteyên wê didomin û ev çalakî wê zêdetir bibin.

Ji bo rehîneyên ku li Suweydê hatin revandin werin berdan, hevdîtinên di navbeyna rîspiyen Suweydê û çeteyên DAÎŞ’ê de ti encam neanî. Rîspiyan şertên çeteyan qebûl nekirin.

About The Author

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN