Karayilan: Gerîla wê bibe hêza serketinê

Karayilan: Gerîla wê bibe hêza serketinê

Karayilan got, “Gerîla têk naçe, lê belê têkneçûn êdî têrê nake. Divê bibe hêza serketinê. Projeya me ya jinûve birêxistinkirinê diqede. Ev yek jî wê gerîla bike hêza serketinê.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bû mêvanê bernameyeke taybet a Stêrk TV.

Karayilan bi bîr xist ku piştî Qirkirina Dersimê ya 1938’an demeke dirêj qirkirina spî li Bakurê KurdistanAê hate ferzkirin û civaka Kurd di nava çerxa qirkirina fîzîkî û çandî de li ber mirinê bû.

Karayilan diyar kir ku li Kurdistanê hovîtiyeke gelekî mezin dihate kirin, Kurdistan bûbû mîna zindanekê û got, “Li dijî vê zext û zordariyê Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û bû ronahî di nava vê tarîtiyê de. Bû qîrîna hebûnê ji bo gelê Kurd. Rast e Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyeke leşkerî bû, lê tenê bi vê yekê nema. Ji bo hebûna gelê Kurd bû pêngaveke piralî. Pêngava berxwedan û xwedîderketina li xwe dest pê kir. Bêguman di bingeha vê pêngavê de bîrdozî û felsefeya Rêber Apo û berxwedana zindana Amedê heye. Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya hevalê Egîd ji aliyê komekê ve hate kirin. Kom biçûk bû, lê dilê wan mezin bû.”

PÊNGAVA DÎROKÎ CIVAKA KURD JI HER ALÎ VE GUHERAND

Mûrat Karayilan işaret bi girîngiya berxwedana mezin a 6 salên piştî pêngava 1984’an kir û got, “Weke ku tê zanîn salên 1980’î li Başûrê Kurdistanê Enfal hebû. Sala 1988’an li Helebçeyê komkujî hate kirin û li Başûrê Kurdistanê şer sekinî. Têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê jî di asta vekişînê de bû. Di demeke wiha de, li Bakurê Kurdistanê ku heta wê rojê bêdeng bû, şerekî berfireh ê gerîla dest pê kir. Vê pêngavê şewqa xwe da tevahiya Kurdistanê. Bi taybetî bû vejîna Bakurê Kurdistanê. Gelê me yê li Bakur bi pêngava dîrokî re hate ser xwe, zindî bû û piştî salên 1990’î daket kolanan. Ji ber vê yekê em ji bûyerên civakî yên di wê wextê de qewimîn dibêjin Şoreşa Vejînê. Ji ber ku ji sala 1938’an û pê ve di nava 46 salan de li Bakurê Kurdistanê siyaseta asîmîlasyon û qirkirinê hate meşandin, lewma bêdengiyek hebû. Berxwedana gerîla bû hêvî û baweriyeke nû ji bo gelê me. Civaka Kurd ji her alî ve guherand.”

ÇALAKIYA VEJÎNÊ LI SER XETA AZADIYA JINÊ RÊ LI BER ZÎHNIYETEKÎ NÛ VEKIR

Karayilan destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê gav bi gav bandoreke mezin li Kurdistanê kir û wiha dewam kir: “Li Kurdistanê nûbûnek çêbû. Fikrekî nû derkete holê. Xeta azadiya jinê, xeta demokrasiyê afirî. Nêrîna şoreşgerî ya hemdem afirand û taybetmendiyên klasîk, feodal û paşverû rexne kir, ji holê rakir. Bi xwe re zîhniyeta civakê bi pêş ve bir û ruhekî neteweyî çêkir.”

HER TIŞTÊN LI ÎMRALIYÊ BI DESTÊ ERDOGAN TÊN KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Karayilan işaret bi tecrîd û êşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Bi ti awayî agahî ji Rêbertî û hevalên bi wî re nayê girtin. Pêkanîneke bi vî rengî li devereke din a cîhanê nîne. Lê belê di nava sîstema AKP û Erdogan de heye. Sîstema Îmraliyê ya beriya AKP’ê, ji hin aliyan ve kêm jî be li gorî hiqûqê hatibû danîn. Parêzeran dikarîbû biçûna, rojname û pirtûk dihatin dayin. Dewlet çiqasî weke dijminê xwe bibîne jî, di hiqûqa dewletê de hin mafên girtiyekî heye. Lê belê her ku Erdogan li ser dewleta Tirk serwer bû û her tişt bi dest xist, her tiştên li Îmraliyê jî bi xwe diyar kir. Em bi vê baş zanin. Sîstema li wê derê ji aliyê Erdogan ve tê destnîşankirin. Li ber çavê Erdogan divê Kurd tine bin. Lewma divê Serokekî Kurdan jî tine be. Di şexsê Rêber Apo de dixwaze Kurdan biqedîne, tine bike.”

Karayilan anî ziman ku zilma li Îmraliyê siyasete qirkirinê ya li ser gelê Kurd e û got, “Girîng e ev yek baş were zanîn. Lewma divê gelê me hîn bi xurtî xwedî li Rêbertî derkeve. Ji ber ku xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li xwe ye, li paşeroj û azadiya xwe ye. Ji bo paşeroja gelê me tarî bike tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz dike. Girîng e li dijî vê sîstema êşkenceyê têkoşîn bê dayin.”

Mûrat Karayilan anî ziman ku xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê herî rewa yê her Kurdî ye û got, divê her Kurd û Kurdistanî bi ruhê fedakariyê yê 15’ê Tebaxê xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin.

YA KU ABORIYA TIRKIYEYÊ XISTE NAVA KRÎZÊ, ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û ev tespît kir: “Aboriya Tirkiyeyê çima niha ketiye nava krîzê? Her roj 50-60 balafir li ser Efrînê digeriyan. Li Efrînê gelek tiştên xwe winda kirin. Li Xakurkê, Zagrosê, li her devera Bakurê Kurdistanê her roj derbê dixwin. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin, her roj balafirên keşfê, balafirên şer û helîkopteran radikin. Ev hemû bi pereyan e, lêçûnên xwe zêde ye. Tevî vê yekê, beşek jê Qatar xwedî dike jî, lê 50.000 çeteyan xwedî dike. Bi kurt û kurmancî, sedema krîza aboriyê şerê wan ê li dijî gelê Kurd e. Ne meseleya zêdebûn an jî kêmkirina dowîz e. Ev yek tenê encamek e. Li pêşberî civakê li vê yekê mikur nayên, vedişêrin. Lê belê rastî li pêş çavan e û êdî nayê veşartin.”

GERÎLA LI HEMÛ ÇEPERAN E, DI NAVA ÇALAKIYAN DE NE

Karayilan bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û got, “Tirk nikarin bi tena serê xwe li Başûr bi pêş ve biçin. Dibêjin ku wê biçin filan cihî, lê her roj neçar dimînin ku qala çalakiyên gerîla yên li Derya Reş bikin.”

Karayilan diyar kir ku niha li gelemperiya Kurdistanê sîstema gerîla li ser kar e û wiha pê de çû: “Şerekî giran heye. Em şehîdan didin. Lê belê li ti cihî nekarîn sîstema me ya gerîla ji hev bixînin. Cihekî vala, herêmeke vala nîne. Gerîla li hemû çeperan e û di nava çalakiyan de ne. Lê dijmin nikare derkeve qada şer, tenê bi balafirên şer û keşfê li dijî me dikare şer bike.”

Karayilan bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk ên li Lêlîkan, Govendê, Berzanê, Tepê Xwedê, Adil Beg ên li Başûrê Kurdistanê û got, “Gerîla her roj li wir çalakiyan dikin û bi sedan kuştiyên artêşa Tirk çêdibin. Lê kuştiyên xwe ji çapemeniyê vedişêrin. Eger pozîsyona wan bi vî rengî dewam bike, wê kuştiyên wan zêdetir bibe. Dewleta Tirk ya wê ji wir vekişe, ya jî wê bi pêş ve bê. Timî dibêjin, ‘Em ê biçin Qendîlê’ lê newêrin. Bi tena serê xwe nikarin bi pêş ve bên. Ji bo vê pêwîstiya xwe bi destekê heye. Eger bi pêş ve bê, vê carê dibe ku nikaribe vegere. Lewma dewleta Tirk ketiye nava lêgerînekê.”

YÊ KU HERÎ ZÊDE JI PÊNGAVA GENGAZ A ÎDLIBÊ DITIRSE, ERDOGAN Û TIRKIYE YE

Karayilan got, “Li pêşiya dewleta Tirk pirsgirêk û krîzeke nû heye” û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriyeyê bi desteka balafirên Rûs hin herêmên li başûrê Sûriyeyê kontrol kir. Ev yek ji bo Sûriyeyê weke destekiyekê bû. Lê belê niha dibêjin, dor hatiye Îdlibê. Li Îdlibê dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Niha tirs ketiye dilê dewleta Tirk, lewma plana xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê vê gavê sekinandiye. Ji ber ku eger li vir şerek rû bide, wê bêhtir tengav bibe. Xuya ye Sûriye dixwaze bi Rûsyayê re li ser Îdlibê dest bi pêngavekê bike. Tirsa vê yekê ketiye dilê dewleta Tirk. Ji ber ku hesabên xwe li ser Sûriyeyê hene.”

KRÎZA NAVBERA DYA-TIRKIYEYÊ JI ALIYÊ ERDOGAN VE BI ZANEBÛN HATE PLANKIRIN, LÊ PÊ DE TEQIYA

Karayilan bal kişand ser krîza heyî ya navbera Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û destnîşan kir ku li gorî wî, ev krîz ji aliyê Erdogan ve bi zanebûn hatiye derxistin.

Karayilan ev tespît kir: “Di wextekê de ku wê Rûsya jê re bigota, ‘dem hatiye, divê tu êdî ji Sûriyeyê derkeve’, dewleta Tirk hesabê wê yekê kir ku eger di navbera xwe û DYA de krîzeke sûnî çêbike wê hîn bêhtir xwe nêzî Rûsyayê bike. Di bûyera rahîb Brûnson de, destpêkê işaretên berdana wî hatin dayin. Bawerim keçek hebû ku li Îsraîlê girtî bû. Neyekser jî be digotin ‘hûn wê berdin, em ê jî wî berdin’. Lê belê Brûnson bernedan û ew li malê girtin. Serokê DYA Donald Trûmp jî ji ber bicihneanîna vê sozê aciz bû û ceza li dewleta Tirk birî. Tirkiye jî ji bo xwe bêhtir nêzî Rûsan bike, hesabê wê yekê kir ku krîzeke kontrolkirî bi DYA re derxîne. Ne li bendê bû ku DYA bi vî rengî bi tundî gavan biavêje. Piştî ku DYA’yê pêkanîn li ser Tirkiyeyê ferz kir, aboriya Tirkiyeyê ku ji xwe di krîzê de bû, hîn qels bû. Buhayê Dolar zêde bû û qîmetê Lîreyê Tirk kêm bû. Erdogan vê carê ji bo rewşê sererast bike nivîsek ji New York Tîmesê re nivîsî. Heyetek bi lezgînî şand DYA’yê, kete nava hewldanên cuda yên dîplomatîk. Lê belê DYA bi zimanekî zelal got, ‘heta vê rojê, vê saetê Brûnson berdin’. Ji bo vî papazî jî îdîa dikin ku alîkarî daye PKK’ê, daye Fethûllah. Lê tiştekî wiha nîne. Xuya ye DYA jî vê lîstika Erdogan dibîne û ji ber vê yekê helwesteke zelal nîşan dide.”

KRÎZA LI TIRKIYEYÊ NE TENÊ ABORÎ YE, DI HEMAN DEMÊ DE SIYASÎ Û LEŞKERÎ YE

Mûrat Karayilan diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê niha têk çûye û got, “Dibe ku hikumeta AKP’ê di dema herî giran a krîzê ya dîroka Tirkiyeyê de ye. Ev krîz ne tenê aborî ye, di heman demê de siyasî û leşkerî ye. Ji ber vê yekê niha nizanin wê li Başûrê Kurdistanê çi bikin. Eger vekişin hingî wê hewldana dagirkrina Başûr ku stratejiya wan a esasî ye pûç bibe. Lê nikare bi pêş ve jî biçe. Lewma dewleta Tirk niha gelekî tengav bûye. Di pozîsyoneke xerab de ye.”

NE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BAŞÛRA SALÊN 90’Î YE, NE JÎ TIRKIYE

Karayilan bi bîr xist ku Başûrê Kurdistanê di salên 90’î de hewcedarê Tirkiyeyê bû û got, “Bêguman ne hewcedariyeke mûtleq bû, lê belê sedemên xwe hebûn ji bo bi Tirkiyeyê re têkiliyê deyne. Wê wextê NATO li dijî siyaseta Kurdan bi her awayî li cem Tirkiyeyê bû. Statuyeke fermî ya Başûr tine bû. Lê belê piştî sala 2003’an ev rewş guherî. Di nava şert û mercên heyî de Başûrê Kurdistanê hewcedarê Tirkiyeyê nîne. Berevajî, Tirkiye hewcedarê Başûrê Kurdistanê ye. Eger Başûrê Kurdistanê bazirganiya xwe ya niha bi Tirkiyeyê re dike bibire, wê aboriya mayî ya Tirkiyeyê têk biçe. Lê tevî vê yekê jî rêveberiya Başûr, bi taybetî hêzên desthilatdar in, mîna ku di salên 90’î de ne tevdigerin û xwe hewcedarî Tirkiyeyê dibînin.”

EGER BAŞÛR DIXWAZE SERBIXWE BIBE, BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ XWEDÎ ÎRADE BE

Mûrat Karayilan referandûma ji bo serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, “Eger Başûrê Kurdistanê dixwaze serbixwe bibe, beriya her tiştî divê li dijî hêzên ku li pêşiya vê yekê asteng in bibe xwedî îrade. Yanî eger tu serê xwe li ber wan kesên ku ço lê dihejîne bitewîne, hingî tu nikare serbixwe bibe. Tu nikare qala serxwebûnê bike.”

KURD BIBIN YEK WÊ JI HER KESÎ XURTIR BIBIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd niha li Rojhilata Navîn xurt e û got, “Lê belê siyaseta Kurd a ku dûrî yekîtiyê ye, vê pozîsyona xurt a gelê Kurd qels dike. Eger Kurd bibin yek wê ji her kesî xurtir bibin. Eger em bibin yek wê Başûr xurt bibe, wê Rojhilat xurt bibe, wê Bakur xurt bibe û Rojava jî karibe xwe bi temamî ava bike. Xurtbûna gelê Kurd û çarenûsa gelê Kurd di destê wan de ne. Ev yek jî bi hevgirtin û yekîtiya hêzê dibe.”

Karayilan got, di demeke wiha dîrokî de eger derî li parçebûn û polîtîkayên dijmin bê vekirin, wê metirsiyeke stratejîk li ser paşeroja gelê Kurd derkeve holê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê pêwîstî bi destwerdanekê heye. Hêvî û bendewariyên gelê Kurd di vî warî de hene. Kek Mesûd dikare dest li vê rewşê werde. Bendewariyeke xurt di vî warî de heye. Ji ber ku firsendên dîrokî li holê ne, lê belê ji ber vê sekn û rêbazê ev firsend nayên bikaranîn. Pêwîste sekna parçebûyî ji holê bê rakirin.”

BI PLATFORMA NETEWEYÎ EM DIKARIN HEMÛ MAFÊN GELÊ KURD BIPARÊZIN

Karayilan got, “Em nabêjin bila her kes rahêje çekê û li dijî dewleta Tirk şer bike. Em dibêjin, ‘bi siyasetê, bi avakirina yekîtiya xwe ya neteweyî, bi tevgereke hevpar ji aliyê neteweyî ve, em rewabûn û mafdariya xwe xurt bikin’. Di vê xusûsê de ez rewşa heyî gelekî metirsîdar dibînim. Tehlûke li ser destketiyên li Başûrê Kurdistanê, li ser ên li Rojavayê Kurdistanê hene. Em şer dikin û dikarin tevahiya Kurdistanê biparêzin. Bila yekîtiya me ya neteweyî pêk were, bila platformeke me ya neteweyî ava bike ku em karibin li her devera Kurdistanê bi hêsanî mafên gelê Kurd biparêzin. Derfetên vê yekê hene. Lewma pêwîstî bi nêzîkatiyeke bi berpirsyarî heye.”

GERÎLA NÎŞAN DA KU TÊK NAÇE, LÊ JI BO ME SERKETIN PÊWÎST E

Mûrat Karayilan anî ziman ku sala 35’an a têkoşîna wan a çekdarî wê bibe saleke girîng û diyar kir ku şerê wan ê li dijî dagirkeriya Tirk di asta herî bilind de dewam dike.

Karayilan ragihand, şerê wan û dewleta Tirk wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û ji hin aliyan ve bandorê li cîhanê bike û got, “Ev yek bi zelalî hate dîtin: Gerîla têk naçe. Lê belê têkneçûn êdî bi tena serê xwe têrê nake. Divê gerîla bibe hêza serketinê.”

Karayilan da xuyakirin ku di mijarên teknîk û taktîkê de, di xusûsên pisporbûyîn û profesyonelbûyînê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwe gihandine asteke glekî girîng û got, “Niha li çiyê gelek akademiyên leşkerî li ser van mijaran lêkolînan dikin, perwerdeyê didin, kar dikin û hin encaman derdixînin. Projeya me ya jinûve birêxistinbûnê li ber qedandinê ye. Ev yek jî wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bike hêza serketinê.”

MEŞA ME YA AZADIYÊ WÊ TECRÎDÊ BIŞIKÎNE, WÊ RÊBER APO JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE AZAD BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, “Em bawerin ku meşa me ya azadiyê wê tecrîdê bişikîne, wê bibe meşa azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Wê hemû tehlûkeyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Meşa me wê bibe meşa encamgir. Dîrok niha vê derfetê dide me. Divê em vê derfetê teqez ji bo gelên Kurdistanê bi kar bînin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî azad li ser vê axê bijî. Gelê me bi têkoşîn û berxwedana xwe ji her kesî bêhtir ev heq kiriye. Gelê Kurd bi berxwedan û fedakariya xwe nîşan daye ku ew hêjayî vê yekê ye. Li ser vê bingehê wê paşeroja a gelê Kurd, a gelan, azadî û demokrasiyê be.”

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN