Şervana YPJ’ê Kanî Deniz li Helebce hat bîranîn

Şervana YPJ’ê Kanî Deniz li Helebce hat bîranîn

Şervana YPJ’ê ya ku li Efrînê şehîd ketî, li bajarê Helebce hat bi bîranîn. Di merasîma bîranînê de hat gotin ku berxwedana şervanan ya li hemberî dagirkeriyê berdewam dike û pêwîste gelê Kurd yekitiya xwe ava bike.

Komîteya Malbatên Şehîdan ya Partiya Karkerên Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê, li bajarê Helebce ji bo çileya şervana YPJ’ê Bişra Tofîq a bi nasnav Kanî denîz merasîmek a bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de destpêkê ji aliyê malbata şehîd Kanî Denîz ve mûm hatin pêxisitn. Piştî wê endamê Encûmena Komîteya Malbatên Şehîdan yê Başûrê Kurdistan, Îbrahîm Ehmed li ser şehîd Kanî Denîz daxuyaniya komîteya şehîdan a PKK’ê xwend.

Di daxuyaniyê komîteyê de bal hat kişandin ser girîngî û berxwedana gerîlayan ya ji bo parastina xaka Kurdistanê û hat gotin ku yekitiya hêz û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê gelek girînge, ji bo vê yekê pêwîste em şehîdên doza gelê Kurd ji bîr nekin û yekitiya xwe ava bikin.

Piştî daxuyaniyê hevserokê nûnertiya HPD a li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb jî axaftinek kir û balkêşa ser azadî û berxwedana şevanan ya li hember dijminê gelê Kurd. Ereb got ku berxwedana şervanan ya li hember dagirkeriyê berdewam dike, weke şehîd jî diyar dikin, divê ji bo parastina xaka Kurdistan sînor neyên naskirin.

Piştî axaftinan li ser şehîdan helbest hatin xwendin û piştî wê jî li ser jiyana şehîd Kanî Denîz sînevîzyonek hat nîşandan.

Şervana YPJ’ê ya binavê Buşra Tofîq a nasnav Kanî Denîz di sala 1997’an de li bajarê Helebce ji dayîk bûye. Di sala 2014’and e tevlî nava refên Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) bû. Şervana YPJ’ê Kanî Denîz di 18’ê Adara 2018’an de li gundê Birc Heyderî yê ser bajarokê Şêrawa yê Efrînê, di encam şerê li dijî artêşa Tirk û çeteyan de gihişt şehadetê.

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN