HESEKÊ – Malbatên ku li Gundê Jinê JINWAR’ê yê Bajarê Dirbêsiyê ku girêdayî Kantona Hesekê ye, bi cih bûne çîrokên xwe bi me re parve kirin û diyar kirin ku jiyanek bi rûmet, nirx û wekhev li JINWAR’ê heye û gotin:”JINWAR warê hemû jina ye, tevahî netewa hembêz dike.”
Di 25’ê Mijdara 2016’an de kevirê yekemîn di avakirina Gundê Jinê JINWAR’ê de hat danîn û di 8’ê Adara 2017’an de dest bi avakirina malan hat kirin. JINWAR girêdayî bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê ye, heta niha 30 mal lê hatiye avakirin û hîn pirojeya avakirina wê dewam dike. Di nav gund de dibistan, kafeterya, nexweşxane, akademî, hola ji bo lîstîna zarokan hatiye avakirin.
Gundê jinê JINWAR ku bi destên jinan tê avakirin, bi armanca hembêzkirina jin û zarokên berxwedêran, jinên rastî tundî û şidetê tê avakirin. Her wiha li JINWAR’ê cudatiya netewan tune ye. Heta niha jê 2 malbatên Ereb 6 malbat li gund bi cih bûne. Malbat jiyanek xwezayî ya bi keda destên xwe dijîn. Têkildarî mijarê malbatên li gund bi cih bûne çîroka xwe anîn ziman.
‘Em Kurd û Ereb li vir di nava jiyanek wekhev de dijîn’
Jina bi navê Bedra Derwîş a ji pêkhateya Ereb û 35 salî ku ji gundê Silmas a bajarokê Şedadê yê girêdayî Kantona Hesekê ye got:”Hevjînê min berî 6 mehan di şerê li dijî DAÎŞ’ê di nav refên QSD’ê de şehîd ket. Lê JINWAR’ê wekî qada aştiyê min û zarokên min hembêz kir. Ez dayika 7 zaroka me. 4 keç û 3 kurê min hene. Piştî hevjînê min şehîd ket ez û zarokên xwe bi alîkariya Saziya Malbatên Şehîdan me debara jiyana xwe dikir. Lê dîsa jî rewşa me ne zêde baş bû. Loma me berê xwe da gundê jinê. Dema em hatin JINWAR’ê jiyana me êdî hat guhertin, di destpêkê de mal dan me, niha zarokên min diçin dibstanê. Em Kurd û Ereb li vir di nava jiyanek wekhev de dijîn. Ez li gund berpirsiyara xwedîkirina ajalan im. Em li vir jiyanek xwezayî û bi rûmet dijîn.”
‘Li JINWAR’ê jiyanek wekhev û bi rûmet heye’
Her wiha jina bi navê Zeyîneb Seberî ya ji bajarê Geverê ya Bakurê Kurdistanê ye wiha çîroka xwe dibêje:” Di 15 saliya xwe de bavê min bi zorê ez zewicandim, piştî çend mehan hevjînê min bi nexweşiyekê jiyana xwe ji dest da, wê demê ez dûcanî bûm. Ji bo parastina kurê xwe bikim min berê xwe da Mexmûrê û li wir min kurê xwe xwedî kir û niha 10 salî ye. Dema min televizyon temeşa kir min fam kir ku gundê jinê JINWAR heye ku hemû jin tê de jiyanek wekhev û bi rûmet dijîn. Min jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Dema ez hatim JINWAR’ê min jiyanek nû ji xwe re ava kir. Li vir ez berpirsiyara baxçe me û her roj karê xwe dikim, kurê min jî diçe dibistanê.”
‘JINWAR warê hemû jina ye, tevahî netewa hembêz dike’
Her wiha jina bi navê Emîra Muhemed a 33 salî û dayika 5 zaroka ye û li gundê Haçxlî yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê dijiya wiha got:”Hevjînê min ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Piştre ez û zarokên xwe çûn mala bavê xwe. Rewşa me pir ne baş bû. Lê gundê aştiyê û wekheviyê JINWAR’ê min û zarokên min hembêz kir.”
Emîrayê bal kişand ser jiyana gund a hevpar û got” Li vir her jinek karekî dike, bi hev re em dijîn. Em wekî malbatekê ne. Ez jî berpirsiyara xwaringehê me û xwarinê ji hevalên xwe re çê dikim. Banga min ji tevahî jinên ku di nava zehmetiyê de dijîn ew e ku berê xwe bidin stargeha jinê JINWAR’ê da ku jiyanek azad, bi rûmet û bi nirx bijîn. JINWAR warê hemû jina ye, tevahî netewa hembêz dike.”