Li gorî Ocalan girtîgeha Îmraliyê û tecrîd!

Li gorî Ocalan girtîgeha Îmraliyê û tecrîd!

Ocalan, weke wî jî gotî, ji bilî rewşên tenduristiyê ji hêla sincî ve hez nake ku behsa şertên xwe bike. Ji bo vê jî ‘li dijî tenêtiya mitleq û li dijî rawestînê tecrûbeyên jiyanê yên ku daniye holê’’ pir hate meraqkirin…Tecrîda teqez a girankirî ya li ya Îmraliyê, bi rewşên der mirovî berdewam dike. Van mehên dawî piştî çalakiyên protesto, hekeft û balkişandinê Tirkiye ya ku bi behsa ‘cezayê hucreyê’ kirî, ne ku tenê rastiyek got, her wiha  nîşan da ku tecrîd bûye polîtîkayeke bi qest, bûye parçeyek ji siyaseta êşkişandinê.

Helbet mirov bibêje ev tecrîda der mirovî tenê ji hêla Tirkiyê ve tê kirin şaş e. Çawa ku pêvajoya komployê bi hevkarî û yek destiya nêzî 50 dewletî pêk hatibe niha jî gelektir dewlet li ser tecrîdê hevkariyê dikin. Tecrîd navnetewî ye û rastiyeke ku tê xwestin bêhtir were girankirin. Heta niha me bi çavê xwe, bi ya dîtîn, ji eniya xwe li tecrîdê nerî, lê qada têkoşîna essî ya Imraliyê, vê zindana konsepta tabet ji çavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirov bi bîr bîne peywireke exlaqî ye. Tam jî di vê demê de  ‘’Di çavê Ocalan de Imralî û tecrîd’ divê were bibîranîn û were fêhmkirin da ku giraniya hovîtiyê were fêhmkirin û wateya wê were aşkerkirin. Da ku were fêhmkirin ku tecrîd çawa sûcekê mirovahiyê ye.

Ocalan, weke ku wî jî behs kirî, ji hêla sincî ve hez nake ku behsa şertên xwe, behsa problemên xwe yên tenduristiyê bike. Ji bo vê jî ‘tecrûbeyên jiyanê yê ku li dijî tenêtiya mitleq û rawestînê pêşxistî’ tim hate meraqkirin.

Lê hem di notên hevdîtinê de û hem di parastinan de di nav rêzikan de hin tişt hatine vegotin. Ew têra xwe rê nîşan didin. Imraliyê bi têra xwe vedibêjin.

***

Li gorî Ocalan Îmralî ‘tabûtek’’ e û ev Tabût, ‘’Beşekî girîng ê komploya Gladîo ya mezin e’’ û şerê li dijî NATO’yê jî beriya her tiştî ‘’şerê rûmetê’’ ye.

Ev girav bi kişwera xwe ya li nava deryayê ku mirov têra xwe diwestîne, pir navdar e, ‘’Ji Împaratoriya Bîzansê ve, dewlet vê deverê weke cihê sirgûn û mirinê bi kar tîne, ji bo mehkûmên ku taloke dibîne. Heke hincetên mezin ên heqîqetê nebin, zehmet e ku mirov demeke dirêj li dijî van şertan xwe ragire.’’

Li gorî Ocalan rasteqîniyek heye ku jê re ‘’polîtîkayên Imraliyê’’ têne gotin. Derbarê van polîtîkayan wiha dibêje, ‘’Divê ji van re Polîtîkayên Millî yên Imraiyê (MİP) were gotin. Tirkiyê dema ku ez anîm Imraliyê, ev weke Serfiraziya Sakarya ya duyem hesibandibû. Nexasim beşê komploger-darbekar, tasfiyeya min û PKK’ê bi rengê ‘’Şerê Yewnan ê Duyem, ê li rojhilat’ ji xwe re kiribûn weke mîtekê. Taybetmendiyên beloq û diyarker ên ku Kurdan di dîroka hezar salî ya Tirkan de lîstine ji bîr kirin, bi rengê dijminên ji Yewnan û Ermenan bêhtir taloke ne, bi cih kiribûn. Li gor wan şerê ku ev nêzî çarîkek sal e dom dikir bi serfiraziyê bi dawî dikirin. Bi hewayeke serfiraziya milî hatina min a li giravê pîroz kirin. Dema ku min nû gava xwe avêtî giravê, ji lêpirsa re wiha gotibû:

Ne we ez girtim, ev hêza we tine. Bi komployeke ku di maweya dirêj de ev di berjewendiya we de jî be ez hatim teslîmkirin.

Li gorî Ocalan tecrîdeke taybet li ser wî heye û ev tenê bi demekê ne sînordar e. Tecrîdeke wiha ku her deqe li dar e. Lê bi gotina, li vir a diyarker ne dewlet e lê ‘rewşa min e’’ xaleke girîng destnîşan dike. Wiha jî bersiva wê dide bê ka ev ji 20 salan zêdetir e çawa dikare li dijî şertên giran ên fizîkî-psîkolojîk li ber xwe dide. Wiha dibêje, ‘’Ya diyarker ew e ku ez xwe li ser şertên tecrîdê qanih dikim. Divê hincetên min yên mezin hebin ku bikaribim vê tecrîdê ragirim, di tecrîdê de jî be, divê nîşan bidim ku jiyaneke mezin dikare were jiyîn’’.

Dîsa li gorî Ocalan Imralî şopandineke zêde li ser heye û ‘proto Guantanamo’ ya yek kesî û pir taybet e. Rewşa wê ya ku derketî ser hiş wiha tê gotin: ‘’Bi rejîmeke wiha tême rêvebirin ku dijî rêziknameya li ser hemû girtî û cezaxwariyên li Tirkiyê, li dijî yasa û destûra bingehîn e. Ji ber vê sedemê divê sedemên siyasî-civakî û ji bo vê jî yên dîrokî û aborî yên vê dehbetiya hiqûqî ya sedsalê divê ez vekim. Careke dî wê were fêhmkirin ku di şexsê min de ya ku tê darizandin, li gel civakekê, dîroka gerdûnî ye.’’

Îmralî li gel van hêlên xwe, di şexsê Ocalan xwedî maneyeke dî ye jî, ev jî ‘dibistan’bûn e! Ocalan dibêje ew î ev der veguhrandiye dibistanê û dibêje, ‘’Ya ku dibistana Imraliyê hîn dike ne tenê gelê me û gelên me, Tirkiyeya modern jî ji ya berê baştir kiriye. Divê diyar bikim ku hîmên Tirkiyeya Demokratîk li Imraliyê bi têra xwe hatine danîn.’’ Ji ber ku bawer dike ku li vir ‘heqîqet’ê hinekî jî ji bin ve derxistiye holê. ‘’Li zindanê tekana dermanê hêza xweragiriyê pêşxistina têgihîna heqîqetê ye.Bi rengekî xurt jiyîna têgihîna heqîqetê ya têkilî tevahiya jiyanê, xwe gihandine kêliya herî bikêf a jiyanê, a rast xwe gihandina wateya jiyanê ye. Mirov heke rast fêhm kiribin bê ka çima dijîn, li kûderê jî bijîn ji bo wan zêde nabe problem. Jiyan ku tim bi şaşî û derewan be maneya xwe ji dest dide. Bi vî rengî ew diyarde ku jê re pişaftina jiyanê tê gotin, derdikeve holê. Bê kêfî, ne rehetî, pevçûn, sixêf encama jiyana pişaftî ye. Jiyana mirov ji bo yên ku têgihîna wan a heqîqetê pêş ketî ye, tam mucîze ye. Jiyan bixwe kana kelecanî û coşiya mezin e’’.

Bi berdewamî li devereke dî dibêje, ‘’Beriya ku mirov li ser pirsgirêka Kurd û rêyên wê yên çareseriyê binere, divê li ser mijara hebûnê mirov xwe ronî bike. Ronîbûn li ser mijara hebûna têkildar hevnasîna bi heqîqetê re ye. Heqîet jî, bêyî ku mirov di ber têkoşîneke mezin bide, mirov nikare bigihiyê. Heqîqet ne rasteqînî ye lê ew halê rasteqîniyê ye ku hay ji xwe çêbûye. Rasteqîniya bê heqîqet rasteqîniya razayî ye. Pirsgirêka rasteqîniya razayî tine. Heqîqet rewşa şiyarkirinê ya rasteqîniya di xew de ye. Rewşa xewê ya têkilî Kurdan hingî wiha kûr û nêzî mirinê bû, diyar bû ku şerê di ber heqîqetê de wê pir tevlîhev û dijwar be. Piştî rewşa min a beriya bi 35 salan berê xwe dayina heqîqeta Kurdan (li gel hemû şertên giran ên Girtîgeha Imraliyê jî, min tiştek ji azwerî û kelecaniya xwe kêm nekiriye),  weke ronîgirtina li biharekê ye, ku ji ya rolên ronîkirinê ya dema berbanga şaristaniyê ya Kurdan hê watedar e.’’

Li gorî Ocalan yê li İmraliyê ne dewleta Tirk e. Darizandina li Girava Imraliyê di rastiya xwe de li ser navê pergala netew-dewletê ya Ewropayê bi Komara Tirkiyê tê kirin. Ango ev darizandin ne bi hêza dewleta Tirk tê kirin. ‘’Rola elîta desthilatê ya Tirk li vir ji rola taşeroniyê ne wêdetir e. Bêguman ev roleke kirêt e û serê mirov tevlîhev dike.’’

Li gorî Ocalan bi komployê re tişta ku li Imraliyê tê ferzkirin ew e ku ‘bi qasî serê derziyê jî hêviyê nehêlin’’. Di parastinên xwe de wiha dibêje bê ka wê çawa heq ji vê derkeve, wê bikaribe heq jê derkeve ya na: ‘’Rojên pêşî min jî nizanîbû ku ez ê çawa heq jê derkevim. Dev ji salan biqerin min digot ka ez ê salekê bikarim ragirim. Fikreke wiha çêbû: ‘’Hûn çawa dikarin bi milyonan kes li odeyekê bigirin!’. Bi rastî jî, bi rengê Rêbertiya Netewî ya Kurd, di şertên ketina zindanê de, min xwe anîbû rewşa senteza bi milyonan. Gel jî wiha fêhm dikir. Rewşeke wiha ku mirov nikare ragire ji malbat û zarokên xwe dûr bimîne, ez bi rengê ku careke dî hîç nikarin bigihim wan, qutbûna ji vîna bi milyonan ku heta mirine bi min ve hatine girêdan, min ê çawa demeke dirêj ragirta!’’

***

Ocalan di nirxandineke xwe ya dî de Îmraliyê dişibîne latên ku Prometheus lê hatî girêdan û dibêje, ‘’Rewşamin hema bibêje ez mehkûmî Prometheusiya hevçav.  Mîxkirina min a li latên Imraliyê, ji mîxkirina Prometheus ê di efsanê de ya li çiyayên Kafkaysa ne cudatir e, her wiha çi hevşibîneke biêş û xemgîniyek e ku ev jî ji hêla neviyên xwedayê Athena Zeûs ve hatiye kirin.’’

Her wiha têkilî doza  li Dadgeha Îstînafê ya Atînayê di parastina xwe de gotibû, ‘’Çawa ku Êzda Zeûr û alîkara wî Athena, Hades û Arest dest dane hev û Prometheus li latên Kafkasyayê zincîr kirin, neviyên wan ên mirov jî ez dîl girtim û li latên Girava Imraliyê zincîr kirim.’’

Piştre wî şerh danîbû ser vê hevşibandinê, ‘’Bi vê dahurîna min baştir tê fêhmkirin ku xwedayekî rastîn ez zincîr kirim’’. Ev xweda yê ku di nav dalanên dîrokê de bi dizîka giloxe bûyî, mîna çêlîkeke biçûk a xwedê, bi serdema kapîtalîst derketibû holê. Xwe wiha da qebûlkirin ku hemû xwedanên serdemên berê ji holê rabûn. Kral li erdê hatin kaşkirin, serê wan hate jêkirin. Zemanên herî bixwîn û mêtingeriya heta bi mêjiyê hestû li ser mirovahiyê ferz kir. Ser û bin erdê gemarî kir, tevlîhev kir. Bi rastî jî mirov û xeynî wê zindiyê bê sînor tine kir.’’

Weke ku tê dîtin hewcehiyek e ku Îmralî ji gelek hêlan ve divê mirov derxîne ser hiş û fêhm bike. Li ber çavan e ku divê mirov li ser wir û rewşên der mirovî yên li wir, rewşên ku di şexsê Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan de hevşiba wê tine, zêdetir bisekine.

About The Author