Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bang li aliyên siyasî kir daku eniyek a demokratîk ava bikin. Tevgera Azadî got ku dema ku nehêlayîn ew tevlî hilbijartinan bibin, gelek aliyên siyasî bêdeng man. Tevgerê diyarkir ku dixwazin li Herêma Kurdistanê hêzek tenê bênin ser desthilatdariyê, ji bo vê bang li aliyên siyasî kir daku ji bo dawî anîna bê edaletiyê werin gel hev û eniyek demokratîk ava bikin.

Tevgera Azadî di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Tevgerê di daxuyaniya xwe de got ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê hê ji sala 1992’an ve ne bi awayek demokratîk hatiye kirin.

Tevgera Azadî di dewamê de got; “Ji sala 1992’an ve hilbijartin bi destdirêjiya derve û navxweyî pêkhatine. Hilbijartinên 30’ê Îlona 2018’an jî bi heman awayî, bi destdirêjiya derve û hindir de bi awayek ne demokratîk pêkhatiye. Di roja ku nehat hiştin Tevgera Azadî tevlî hilbijartinan bibe de, aliyek mezin yên siyasî li hemberî vê yekê bêdeng man. Me got ya ku li hemberî me hatî kirin li hemberî hemû aliyên din jî hatiye kirin. Weke me hemûyan jî dît di hilbijartinan de li hemberî hemû hêzan binpêkirin hat kirin. Ji bo vê em dibêjin divê hemû hêz bên gel hev û eniyek demokratîk pêkbênin.”

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê balkêşa ser sedemê ava kirina eniyek a demokratîk jî û got; “Dixwazin li Herêma Kurdistanê hêzek bikin desthilatdar, li hemberî dengên welatiyan jî leyîstok hatine kirin. Divê çarçoveyê de em wek Tevgera Azadî bang li hemû hêz, alî û kesên nerazî dikin, vê pêşniyare me li ber çavan bigrin û eniyek demokratîk pêkbênin. Ger ev pêkwere wê dawî li hemû leyîstokên li hember muxalefetê tên kirin bi dawî bibin.”