Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava banga daketina qadan li hemû ciwanên Kurd kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniyê de wiha got;
“Li dijî Şoreşa Rojava ku destkeftiyê herî mezin a têkoşîna azadiyê û gelê me ye, êrîşên dagirkirinê pêk tên. Divê bi tu awayî ev êrîş hêsanî neyên nirxandin. Dewleta Tirk a dagirker bi faşîzma AKP-MHP’ê re dixwazin qirkirinekî nû re Kurdan bikin hedef. Bila gumanên tu kesî nebe ku di fersenda yekem a bikeve destê wan de wê qirkirinê li ser gelê me pêk bînin. Tişta ku heta niha nehiştî ev pêk were têkoşîna gerîla û têkoşîna ciwanên Kurd ên li Rojava ne yên ku yekîneyên parastinê ava kirine. Divê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku niha li dijî Rojava dane destpêkirin werin têk birin û bi pêşengiya ciwanên Kurd li Rojava têkoşîneke bê hempa were dayîn. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn pêşengiya vê erka me ye. Divê ciwanên Kurd îro li dijî êrîşên dewleta Tirk serî rakin.
EM XWEDÎ LI XAKA PÎROZ DERKEVIN
Divê em benda kesê nemînin niha hemû ciwanên Kurd li her cihê lê dakevin qadan û xwedî li Rojava derbikevin. Em bang li hemû ciwanên Kurd ên xwedî rûmet û wijdan dikin ku ji bo xwedî derketina xaka pîroz dakevin qadan. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ku bi fermana dîktator tê kirin gelê me li Rojava bi pêşengiya ciwanan berxwedanekî bê hempa dikin. Divê hemû ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn jî li dijî van êrîşên dagirkirinê serî hildin.”