2. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer a îro li Silêmaniyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibe’ destpêkirî bi dawî bû.

2. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer îro li hola otêla Mem û Zîn a bajarê Silêmaniyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibe’ di saet 10.00’an de, bi beşdarbûna 200 delegeyan destpêkir. Konferans bi girtina biryaran bi dawî bû.

Di dawiya konferansê de encamnameya konferansê ji aliyê encama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Musa ve hate xwendin

Naveroka encamnameyê wihe ye;

– Hata ku tecîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe, wê çalakiyên me berdewam bike.

– Li dijî dagirkerî û sîstema sermayedarî wê xebat were kirin.

– Di çarçoveya Pêngava ‘Serî Hilde’ de wê çalakiyên cûr be cûr wer in kirin.

– Wê li hemû herêman komîteyên xebat û rêxistinê werin avakirin.

– Wê kar û xebat ji bo xwerêveberiyê were kirin û wê girîngiyekî taybet were dayîna xebatên jineolojî.

– Wê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adara 2019’an de bi navnîşana Pêngava ‘Serî Hilde’ çalakî pêk wer in.

– Li dijî şîdeta li ser jinan tê meşandin, kampanyayek were destpê kirin.

– Derfetên perwerdeyê ji bo jinên ciwan bê afirandin û li hemû herêman komîteyên ragihandinê pêk werin.

– Li hemû navendên xwendinê xebat û çalakî pêk werin.

Di dawiya konferansê de Desteya Rêveberiyê ya ji 11 kesan pêk dihat hate hilbijartin.

Konferans bi şahiyê bi dawî bû.