Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî derket

Endezyarê Cotkariyê yê Teqawît Ahmet Kasimoglû yê li Amedê, piştî lêkolîneke xwe ya ji 14 salan, ferhenga destpêkê ya li ser navên nebatan a bi Kurdî derxist. Di ferhengê de navên Kurdî yên zêdeyî 20 hezar celebên nebatan hene.

Zimanê Kurdî ji aliyekî ve li dijî asîmîlasyona dijwar li ber xwe dide, li aliyê din ji bo pêşvebirina vî zimanî hewldanên girîng tên kirin. Berhemeke nû ya ku dewlemendiya zimanê Kurdî radixe pêş çavan, derket holê. Beriya niha termînolojiya hiqûqê ya Kurdî hatibû nivîsandin û gelekî bal kişandibû. Niha jî Endezyarê Cotkariyê yê Teqawît Ahmet Kasimoglû bi kedeke ji 14 salan Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî derxist.

Kasimoglû ku bi eslê xwe ji Palo ye, ji ber pîşeyê xwe li gelek bajaran ma. Sala 1974’an dema ku Serokê Komeleya Çandê ya Çewligê bû, nêrîna li ser amadekirina navên nebatan ên bi Kurdî ketiye bîra wî. Kasimoglû piştî ku ji endezyariya zîretê mezûn bû, li gelek bajarên Kurdistanê wezîfe kir. Kasimoglû ev kar ji bo xwe weke firsendekê dît û bi vî rengî di pratîkê de dest bi amadekirina ferhengê kir.

Kasimoglû destpêkê navên bi Kurdî yên nebatên li cihê ew lê dimîne, nivîsand. Piştî 14 salan jî navên 20 hezar nebatan ên bi Kurdî kom kir.

BI NAVÊN NEBATAN DEST BI LÊKOLÎNÊ KIR

Kasimoglû ji ANF’ê re qala karê xwe kir û diyar kir, ew weke Kurdekî ji dayik bû, lê heta sala 1973’an nizanîbû bi Kurdî binivîsîne û bixwîne.

Kasimoglû ragihand, ew li zanîngehê hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bû û got, “Der barê çanda Kurd de çi bi destê min ket, min xwend. Salên 1998-99’an min di rojnameyekê de nûmarayên telefonê yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dît. Min wê wextê xwe navên Kurdî yên sê nebatên ku min dîtibû ji wan re bişînim. Bi vî rengî min dest bi vî karî kir. Lê dikarim bêjim ku Enstîtuya Kurd alîkarî neda min. Ne alîkarî dan, ne jî li pêşiyê bûn asteng. Neçar mam bi tena serê xwe, bi derfetên xwe bixebitim.”

GERA LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Kasimoglû diyar kir ku destpêkê ew li herêma xwe geriya û got, “Bi giranî li Bakurê Kurdistanê geriyam. Tenê nekarî biçim Qers û Erdexanê. Ez li gund, navçe ya jî bajarekî bi tenê nemam. Dikarim bêjim ku li her devera Bakurê Kurdistanê geriyam. Gelek caran çûma Başûrê Kurdistanê jî. Enstîtuya Kurd a Parîsê pê hesiya ku ez vî karî dikim, li min geriyan û min vexwend wê derê. Piştî ku ji wir vegeriyam, hatim Zanîngeha Dîcleyê û min alîkarî ji çend profesoran girt. Di encamê de min ferheng amade kir û piştre bi alîkariya Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Zanîngeha Artûklûyê ferheng çap kir.”

DIXWAZE HEJMARA NAVÊN NEBATAN BIGIHÎNE 30 HEZARÎ

Kasimoglû li ser naveroka ferhengê agahî da û got, “Çend beşên ferhengê hene. Mesela bi Kurdî, Tirkî û Latînî sê îndeks hene. Kurdî ji xwe zimanê me ye. Tirkî jî zimanê fermî ye. Latînî jî zimanê zanistiyê ye. Li ser rûyê erdê her kes karê li ser nebatan bi zimanê Latînî dike. Karê min wê ji niha û pê ve jî bidome. Min heta niha navên Kurdî yên 20 hezar nebatan weşand. Navên 5 hezarên din jî bi min re hene. Eger li hin herêmên din kar bê kirin, ez dikarim vê hejmarê bigihînim 30 hezarî.”

Kasimoglû rexne li Kurdan kir ku bi têrkerî zimanê xwe bi kar nînin û got, “Kurd qîmetê zimanê xwe nizanin. Bi têrkerî neaxivin. Qîmetê vê ferhengê jî wê ne niha, lê sibe bibînin. Nifşên nû wê li pirtûkên wiha bipirsin. Rastî ev e.”

About The Author