‘kes nikare îrada gelên bakurê suriyê bişkîne’

‘kes nikare îrada gelên bakurê suriyê bişkîne’
Îro bi sedan welatiyên Serêkaniyê û Zirganê ku alên YPG’ê, YPJ’ê bilind kirin û li ber mala gel Serêkaniyê kom bûn meşeke girseyî li darxistin. Xwepêşanda ku ber bi qada Şehîdan ve despêkir de dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê”  hat avêtin.

Meşa ku heya ber çerxeleya şehîdan dewam kir li wir veguherî mîtîngê. Meşvanan li vê derê ji bo  bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin.

Di mîtîngê de li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD`ê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya ku ji alî endamê PYD`ê Tevger Elî hate xwendi de hat gotin”Îro roja Kobanê ya cihanê ye. Di vê rojêde hemû cihan li berxwedana Kobanê xwedî derket. Gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ di berxwedana ku li hember DAİŞ’ê de li pêşxistin, ji hemû cihanêre dane xuyakirin ku tu kes nikarê îradeya gelê Rojava û Bakurê Suriyê bişkine.

Meş bi dirûşma “Bijî berxedana Kobanê“ bi dawî bû.

HESEKÊ / ANHA 

NAVNÎŞANÊN ME

LI ME GUHDARKIN

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

JI BO ANDROID BARKIN

JI BO ANDROID BARKIN