Bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan li herêma Vîlîers-le-Bel a Parîsê Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek li dar xist.
Çalakvanan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û li dijî bêdengiya hikûmetê welatên Rojava helwest nîşan dan.
Her wiha bi heman mebestê li Los Angeles ya DYA’yê Yekşemê saet 11.00’an wê meşek were kirin. Organîzatoran bang kirin ku her kes tevlî meşê bibe. Ev çalakî li balafirfgehê wê bibe.