Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman li ser malpera xwe ya civakî, li hemberî biryara Amerîkaya ji bo girtina sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan got: ‘Em bi her sê şoreşgeran serbilindin.’

Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman li ser biryara Amerîka ya li hemberî sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan, ser malpera xwe ya fermî a tora civakî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar li ser malpera xwe wêneyên her sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan belav kir û got: “Ev ne terorîstin, evane niştimanperwer û têkoşerên ji bo rizgar kirina gelê xwene. Em bi vane serbilindin.”

Bilêse di dawiyê de got: “Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Duran Kalkan ev sê şoreşgerin ku wê navê wan di dîrokê de bikeve nava rêza azadîxwazan û parêzvanên mafê neteweya xwe. Ez bi hêvîme, ne bi girtina van sê şoreşgerane, ne jî bi şehîd xistina wan wê serhildana netewa me dawî lê neyê.”