Parlemeterên HDP’ê yên ji bo rûniştina li Konseya Ewropayê (KE) li Strasboûrgê ne, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re civiya.

Di heyeta HDP’ê de Endamê Koma Yekîtiya Çep a Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) û Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, endamê MPKE’yê û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Pero Dundar û Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Faîk Yagiz cih digirin.

Li ser navê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) Sekreterê Giştî Regîs Brîllat û heman demê Şefê Beşa Yekem ê Tirkiyeyê dişopîne Mîchael Neûraûter pêşwaziya heyeta HDP’ê kir.

Di civînê de heyeta HDP’ê ya ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecîrdê kirin rojev, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di serî de li ser Ocalan û hemû girtiyên din.

Nûnerê Konseya Ewropa yê HDP’ê Fayik Yagizay anî ziman ku di hevdîtinên li gel rayedarên CPT’ê kirin de, daxwaz kirine ji bo li cihê bûyerê tenduristiya Ocalan lêkolîn bikin divê biçin Îmraliyê. Yagizay da xuyakirin ku ev daxwazê lezgîn ê gelê Kurd e.

Yagiza çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê her diçin belav dibin jî bibîr xist, di vê mijarê de daxwaz ji CPT’ê kiriye ku bi erka xwe rabin.

Rayedarên CPT’ê jî diyar kirin ku rêbazên xebatên wan cuda ne û anîne ziman di serdana xwe ya sala 2016’an a li Tirkieyê de jî rapora têkildarî serdanê jî Nîsana 2018’an eşkere kiribûn.

Li gorî agahiyên ji heyeta HDP’ê hate girtin, rayedarên CPT’ê diyar kirin ku di rapora mijara gotinê de îfadeyên li dijî dewam tecrîdê hene, her wiha li pişt rapor û naveroka wê ne.

Hate ragihandin ku rayedarên CPT’ê di mijara tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan ‘bi awayekî aktîf kar dikin’ û wê bi mijarê re eleqedar bibin. Lê têkildarî naveroka bê ka ‘xebatekî çawa aktîf’ dikin agahî parve nekirin.