Platforma xwedî li Leyla Guven derkeve ya Belçîkayê, li Brukselê çalakiya xwe ya destpêkê pêk anî û xwest, bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin.

Çalakiya destpêkê ya “Platforma xwedî li jiyana Leyla derveke ya Belçîkayê” li paytext Brukselê pêk hat.

Di çalakiyê de ku li ber Dêra Saînt Gîllesê hate lidarxistin, wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan û dirûşmên “Xwedî li jiyana Leyla derkevin”, “Piştgirî”, “Piştgiriya ji bo Leyla” hatin qîrîn.

Çalakgeran li ser berxwedana grevên birçîbûnê belavok belav kirin û bi zimanên Fransî û Flamanî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Ewropayê hate kirin ku piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê.

Çalakiyê saetekê dewam kir.

Di çalakiyê de hat xwestin, bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re were dayin. Platform wê bi rêya çalakî û xwepêşandanan hewl bide daxwazên berxwedêran ji gelên li Belçîkayê re ragihîne.