Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 119 roj in didome. Dayikên ku piştgiriyê didin berxwedêran bang li Kurdên li Ewropayê kirin û gotin, “Dibe ku sibe dereng be.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasbourgê, tevî ku rewşa tenduristiyê ya gelek çalakgeran nebaş bûye, bi biryardarî didome.
Ji 14 berxwedêrên 119 roj in di greva birçîbûnê de ne, Yuksel Koç û Denîz Surgut doh rakiribûn nexweşxaneyê, tedawî qebûl nekiribûn û çalakiya xwe domandibûn.
DAYIKAN BANG LI GEL Û SAZIYÊN PÊWENDÎDAR KIRIN
Nûrê Sîncar ku di roja 118’an de serdana berxwedêran kir, bi taybetî bang li Kurdên li Ewropayê kir û xwest, çalakiyên xwe zêde bikin. Sîncar banga tevlîbûna çalakiyan li her kesî kir û got, “Yên li zindanan li ber xwe didin hemû zarokên we ne.”
Nûrê Sîncar destnîşan kir, divê gel bi hev re rabe ser piyan û dema gel xwedî lê derket, wê çalakî bi ser bikeve.
DAYIKA ŞEHÎDEKÎ: SIBE DIBE KU DERENG BE
Ayten Sunger ku kurê wê Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) sala 2016’an li nava têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da, bang li CPT û Yekîtiya Ewropayê kir. Sunger diyar kir, greva birçîbûnê roj bi roj bêhtir nêzî mirinê dibe û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku tevlî çalakiyên şermezarkirina bêdengiyê bibin.
Ayten Sunger anî ziman, gel li Kurdistanê di nava atmosfereke giran a zordariyê de li ber xwe dide û diyar kir, eger li Ewropayê çalakiyên hîn xurtir pêk werin wê Yekîtiya Ewropa û saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê. Ayten Sunger got, “Eger em îro piştgiriyê nedin têkoşînê, sibe wê dereng be.” Ayten Sunger destnîşan kir, bêyî ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê em têkoşînê geş bikin.
DI ROJA 118’AN DE SERDANÊN GEL
Serdana ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê doh tevahiya rojê dewam kir. Ji bajarên Koln, Bremen ên Elmanyayê û gelek bajarên din, her wiha ji bajarê Metz ê Fransayê û bajarê St Gallen ê Swîsreyê bi dehan kesî serdana çalakgeran kirin.






