Di van kêliyan de li bejahiya bajarê Babê ku ji aliyê eniya rojhilat ve hatiye rizgarkirin, di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk de şerên demkî rû didin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundên Til Torîn û Biwêhic kirin hedef. Yek ji fermandarên meydanî yê Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku gule ji gundê Kirêdiyê yê dagirkerî tên avêtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de çekên sivik û navincî bi kar tînin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva gulebaranê da.

Heta van kêliyan şerên demkî dewam dikin