Êrîşa li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji aliyê saziyên Kurdistanî yên li Brîtanyayê ve hate şermezarkirin.
Komeleya Piştevaniyê ya Tîlkîlîler, Alxas Kom, Navenda Piştevaniyê ya Kirkisraklilar, El-Com, Komeleya Koçgiriyan, Gundên Kaşanli-Brîtanya, Komeleya Kurecîkiyan, Bozca Der, Dersim Der, Goksûnlûlar SDK, Paz-Der, Navenda Çandê ya Nûrhakê û Komeleya Zedîkanlilarê, bi daxuyaniyeke hevpar tundiya polîsan a li Londonê şermezar kirin û bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kirin ku bi berpirsyarî tevbigere.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her kes dizane ku li Tirkiye û Kurdistanê rejîmeke faşîst heye ku rê li ber xizanî, şer û paşverûtiyê vedike. Faşîzma AKP-MHP’ê ku çapemeniya mûxalîf digire, akademîsyenên aştîxwaz û siyasetmedaran digire, tecrîdê ferz dike, azadî û mafên bingehîn binpê kiriye.” Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, bi hezaran mirov li girtîgehan û li derve di greva birçîbûnê ya bêdem de ne û rewşa wan a tenduristiyê li asta krîtîk e.
Saziyan diyar kirin, ji bo işaret bi asta krîtîk a grevên birçîbûnê were kirin û dawî li bêdengiyê bê anîn, mirov li welat û Ewropayê çalakiyên protestoyî yên aştiyane dikin û ragihandin, “Yek ji van çalakiyên aştiyane 24’ê Nîsana 2019’an li navenda Londonê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî pêk hat. Di çalakiyê de bang li Rêxistina Efûyê hate kirin ku bala xwe bide ser mijarê, lê belê 26’ê Nîsanê bû hedefa êrîşa polîsan û mirov bi tundî hatin destgîrkirin.
Em, komeleyên herêmî yên ku mohra xwe danîne binê vê daxuyaniyê, tundiya polîsan şermezar dikin û bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin ku di mijara grevên birçîbûnê de bi berpirsyarî tevbigere.”