Heyetek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt.
Nûnerê PYD’ê yê Fransayê Xalid Îsa ji ANF’ê re got, bi heyeteke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan hevdîtin bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re kirine.
Li ser detayên hevdîtinê agahî bi dest neketin. Lê belê tê payin ku heyet piştî nîvro li Parîsê civîneke çapemeniyê pêk bîne.