Aktîvîstên Elman ji bo balê bikişînin ser rewşa 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li gelemperiya Elmanyayê dest bi kampanyayeke mezin a daliqandina afîşan dikin.

Aktîvîstên Elman ji bo piştgiriyên bidin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, vê hefteyê dest bi kampanyayeke mezin dikin.

Kampanya ji aliyê Tevgera Femînîst û Tatort Kurdistan (Cihê bûyerê Kurdistan) ve tê organîzekirin. Çalakger wê balê bikişînin ser 7 hezar girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Aktîvîstên Elman, 25’ê Nîsanê roja Pêncşemê weke “roja çalakiyê” ragihandin û diyar kirin, ku wê ji îro ve afîşên li ser 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, Leyla Guven û tecrîdkirina Ocalan li gelemperiya Elmanyayê daliqînin. Li ser afîşan wê sloganên “Em dawî li bêdengiyê bînin”, “Dengê zindanan bibihîzin” û “7 hezar kes li dijî tecrîdê” bên nivîsandin û li meydanan, kolanan, qadên cemaweriyê, wesayitan, bisikletan, şaneşînan û li ser daran bên daliqandin.

Saziyên ku kampanyayê organîze dikin bang kirin û gotin, “25’ê Nîsanê bê afîş nemînin, hûn dikarin xwe bigihînin me û afîşa xwe peyda bikin.” Saziyan bang li alîgirgên demokrasî û mafên mirovan kirin ku roja Pêncşemê afîşan daliqînin û gotin, “Me dengê berxwedanê bihîst û em dixwazin vî dengî belav bikin.” Saziyên amadekar destnîşan kirin ku armanca wan ew e ku Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bixin nava liv û tevgerê.

‘BI DALIQANDINA AFÎŞAN EM DIKARIN DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNIN’

Saziyan bal kişandin ser bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê ya 7 hezar girtiyan û bang kirin: “Dema te afîş li dibistanê ya jî kargehê, li paca mala xwe, li şaneşîna mala xwe, bi ser wesayit an jî bisikleta xwe ve daliqand, wê demê tu dikare dawî li bêdengiyê bîne.”

Aktîvîstên kampanyayê ji kesên ku afîşan daliqînin xwest, wêneyê çalakiya xwe bikişîne û li medya civakî biweşîne. Yên bixwazin dikarin wêneyên xwe bişînin van navnîşandan:

Signal / Whatsapp / Telegram: +49 177 138 0767
E-mail: 7000gegenisolation@riseup.net
Twitter / Instagram: #7000gegenIsolation