Helîkopter û balafirên şer ên artêşa Tirk doh bombe li derdora çemê Lolanê û çiyayê Şekifê barandin. Êrîş bi 30 helîkopter û balafirên şer hate kirin.

Bi dehan helîkopter û balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdora çemê Lolanê û çiyayê Şekifê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, bomberdûman doh êvarê saet di navbera 18:00-20:00 de hatiye kirin.