Dengbêj Selahattîn Uçurum diyar kir ku çanda dengbêjiyê ne tenê qehremaniyên dîroka Kurdistanê gihandin roja me ya îro, di heman demê de li dijî qirkirin, pişaftin û tunekirina çanda Kurdî jî yek ji qadên bîr, hiş û parastina nirxan e.

Gelek neteweyên li Rojhilata Navîn ji aliyê çand, ziman û muzîka gelêrî ve xwedî dewlemendiyeke bêhempa ne. Ji van neteweyan yek jî bêguman Kurd in. Kurdên li ser vê erdnîgariyê bi hezaran sal in hene, tu êrîş û polîtîkayên qirkirinê neman li dijî wan nehatin meşandin.

Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên ku bi salan e bi destê dewleta Tirk tê kirin, gelek berhemên çanda Kurdî jî hatin talankirin. Dibe gelek dengbêj û stranbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Kerapêtê Xaço, Meyremxan, Eyşe Şan û hwd. bên zanîn, lê gelek dengbêjên wekî Mistefayê Kor, Seyîdxanê Kal, Mistefayê Xeloyê Heyran û Resoyê Ûsiv pir kêm tên zanîn. Di çand û hunera Kurdan de girîngiya dengbêjiyê em li gel Dengbêj Selahattîn Uçurum (67) axivîn. Uçurum da zanîn ku çanda dengbêjiyê ne tenê qehremaniyên dîroka Kurdistanê gihandin roja me ya îro, di heman demê de li dijî qirkirin, pişaftin û tunekirina çanda Kurdî jî yek ji qadên bîr, hiş û parastina nirxan e.

DI ZAROKATIYÊ DE DEST BI DENGBÊJIYÊ KIR

Uçurum anî ziman ku wî di temenê xwe yê zarokatî de dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha qala çîroka dengbêjiya xwe kir: “Ez di sala 1952’an de li gundê Bayîk yê girêdayî Farqînê hatime dinê. Kalê min eslê xwe ji Îdîrê ye û bi serhildanan Agiriyê re koçî Mûşê kirine û piştre em li gundê Farqînê bi cih bûne. Ez di temenê xwe yê biçûk de ji Apê Resûl dengbêjiyê hîn bûm e. Ez hîn 12 salî bûm, ku dengbêjên gund li hev kom dibûn û şevbirk çêdikirin. Tevahiya gundiyan li dora dengbêjan kom dibûn. Dengê Apê Resûl wê demê bandor li min kir û min dest bi dengbêjiyê kir. Dengbêjî li ser evîndarî û heskirina kesî ye. Eger mirov ji kûrahiya dilê xwe hîs bike dikare dengbêjiyê bistêre û di vê hunerê de rol bigre.”

‘DENGBÊJÎ NEYNÎKA ÇANDA KURDÎ YE’

Uçurum di çand û hunera Kurdan de rola dengbêjiyê nirxand û da zanîn ku dengbêjî neynîka çanda Kurdî ye û wiha domand: “Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin gelek bi hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare, xwe bîne ziman. Gelek bêçand nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nû ye. Dengbêjî ji bo Kurdan weke arşiveke hunerê ya bi salane li ser vê axê heye. Uçurum xwest nifşên nû li ser dengbejiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê biparêzin.

‘DENGBÊJIYÊ BIDOMÎNIN’’

Uçurum bal kişand ser asta muzîka Kurdî û ev tişt got: “Asta muzîka Kurdî li gorî demên borî gelekî ketiye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku xweşibandin çêbûye. Çanda bav û kalên xwe winda kirine. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Ez bang li hemû dengbêjan dikim ku xwedî li çanda xwe derkevin û vê çandê hînî ciwanan jî bikin. Dengbêjî dîrok e, çand e û hebûne. Li hebûna xwe xwedî derkevin.”