AGIRÎ – Li Giyadîna Agiriyê, ji ber lehiyê dayikak û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li heman herêmê ji ber birûskan kesek jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Gol a Giyandîna Agiriyê Namîe Polat (48) tevî kurê xwe Mûsa (11) û keça xwe Pinar (4) ji bo giha biçinin ji mal derketin. Di wê kêliyê de baraneke şid û terez dest pê kir. Piştî vê baranê lehî rabû. Dayik û her du zarokên xwe li ber lehiyê çûn û winda bûn. Cendirme, AFAD, ekîba tenduristiyê û îtfaiyeyê li cihê herê li dayik û her du zarokên wê geriyan. Piştî lêgerînê cenazeyên dayikê û her du zarokên wê hatin dîtin û wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ay Giyadînê. Her wiha beriya baran û terezê li herêmê, birûskê jî li zarokekî xist. Ji ber birûskê nûrllah Yardimci jiyana xwe ji dest da û cxenazeyên wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê. Parve bike:
Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
