Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevat Zarîf serdana Swêdê kir, ev du roj in rejîma Îranê bi çalakiyan tê protestokirin.

Ji ber tevlêbûna Zarîf a li konferanseke Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) di navbeyna çalakgeran de ku rejîmê şermezar dikin û polîsan de pevçûn derket.

Di çalakiyan de 5 xwepêşandêr birîndar bûn, 15 jê hatin destgîrkirin.  Polîsan 60 xwepêşandêr bi zorê li otobosan siwar kirin û birin deverên din.

Li gel êrîşa polîsan jî çalakî heta dawiya konferansê berdewam kir. Piştî nîvro çalakger hatin ber avahiya parlamantoyê û bi dirûşmeyan rejîma Îranê û Hikûmeta Swêd şermezar kirin.