Şaregariya Gel a Herêma Efrînê xebata avakirina torên kanalîzasyonê li kampên Şehbayê, pêk tîne. Ji wê zêdetir jî cihê avêtina çopê amade dike. Her wiha sererastkirina rêya Til Qirah a ku digihîne navçeya Ahrezê bi dawî kir.
Şaredariya Gel a Herêma Efrînê gelek proje xistin nava planên xwe yên beriya zivistanê. Her wiha plan, pêşkêşkirina xizmetguzarî ji şêniyên Şehba û Efrînê yên li kampan bi cih bûne.
Werşeya Şaredariya Gel torên sereke û şaxî yên kanalîzasyonê li kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê, bi dawî kir. Boriyên bi stûrahiya 10 inch ji xetên sereke û 6 inch ji xetên şaxî re bi kar anîn. Li rexê jî tora kanalîzasyonê li nava kampa Şehbayê, didomîne.
Ji bo ava paqij ji şêniyan bê dabînkirin, Komîteya Avê ya Ava Bîran, dermanê paqijkirin dixe ava vexwarinê û şûştinê.
Şêniyên Efrînê yên li kampan di gelek astengiyên xizmetê dikişînin. Di zivistanê de, ava baranê li pêş konan kom kom dibû. Di vê çarçoveyê de Komîteya Pîşeyî ya Şaredariyê Gel, bi derfetên kêm rêyên li nava kampan sererast kirin û cihên ku tê re av biherike derveyî kampê, vekirin.
Ji aliyê sererastkirin û restorakirina rêyên li kantona Şehbayê, Şaredariya Gel xebatên qîrkirina rêya di navbera navçeya Ahrez û Til Qirah a bi dirêjahiya 3 km, kêmberiya 6 m û stûra 6 cm, bi dawî kir. Niha xebata qîrkirina rêya di navbera navçeya Kefer Naya û Dêr Cemal de dimeşîne. Şaredarî hewl dide madeya qîrê peyda bike, da ku rêyên xirab ên li kantona Şehbayê, qîr bike.
Şaredariya Gel a Herêma Efrînê, gelek astengiyan dikişîne; dabînkirina madeyên destpêkê ji şaredariyê re dibe asteng. Ji ber ku rejîma Sûriyê, li ser herêmê dorpêçek giran ferz kiriye. Baca bi pereyek pir zêde, li madeyên ku ji herêmê re diçin, ferz dike.
Şaredarî cihên nû yên kombûna çopê, li aliyê rojhilatê navçeya Fafînê amede dike. Şêniyan di dema koçberiyê de gelek azar ji ber nexweşiyan, kişandin.
Şaredariyê di havînê de dermanên kelmêşan li tevahî gund û navçeyên kantona Şehbayê, reşand. Her wiha cara sêyemîn jî dermanên kelmêşan li tevahî gund û navçeyên Şehbayê hatin reşandin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Fayiq Ehmed, got: “Em di dabînkirina madeyên destpêkê de pir êşan dikişînin. Ji ber ku Rejîmê li dijî herêmê dorpêç ferz kiriye û li ser her derbasbûna madeyekê, pereyên pir ferz dike.”
Ehmed îşaret pê kir ku ew li gor derfetên xwe xizmêta şêniyan dikin û wiha got: “Şaredariya gel hin projeyên ku di nava planên havînê de ne, da ku heta zivistanê amade bibin, pêk tîne. Bi teybet ew proje li kampan pêk tên. Ji ber ku şêniyên tê de di dema zivistanê de pir êş kişandin.”