Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.

Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan di dema kongreyê de posterên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” bi hev re hildan û nîşan dan ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin.

Saziyê heman peyam li twîtterê jî parve kir. TUC ku li Îngilistanê 50 sendîka û 5.6 milyon karker û kedkarên endamên wan temsîl dike ji sala 1868’an ve karê sendîkayê dike.