Dadgeha Parastina Gel dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî kir, bi taybet ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Dadgeha Parastina Gel ji destpêka avakirinê ve biryara xwe girêdayî dozên sûcî û terorîstî yên çeteyên DAIŞ`ê, dide. Heta niha  bi hezaran ji wan darizandine. Hindek ji wan çeteyan hatine girtin û hinek din jî xwe radest kirine.

Di pêngavên Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê li Reqa, Tebqa û Hesekê girtin. Bi têkçûna çeteyên DAIŞ’ê re bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî hêzê kirin. Di nav de 6 hezar çeteyên sûrî hebûn. Piştî temamkirina dosyayên wan ji hêla hêzên ewlekariyê ve ew çete ji dadgehê re hatin şandin. Dozgeriya Giştî ya  Dadgeha Parastina Gel dest bi lêpirsîna wan kir. Heta niha dadgehê bi hezar û 724 çeteyan re lêpirsîn çêkiriye.

Mekanîzmeya darizandinê

Destpêkê celseyek ji sûcdaran re tê li darxistin, mikurhatinên wan têne qeydkirin, gotin û sûcên ku kirine têne isbatkirin. Di celseya duyemîn de li gorî sûca ku kirine di derbarê wan de biryar tê girtin. Dema çeteyek li xwe mikur neyê şahidên sûcên ku kirine têne gazîkirin. Piştre desteye biryar digire.

Her wiha Dadgeha Parastina Gel amadekariya avakirina dadgeha temyiz dike. Ji mafê sûcdar e ku doza xwe di wê dadgehê de berdewam bike. Her wiha dadgehê pêşniyar kir ku qanûna têkoşîna li dijî terorê fireh bibe. Ji bo wê daxwazek ji Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

Girêdayî çeteyên biyanî yên ku beşdarî DAIŞ`ê bûne û hatine gitin, yan jî xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kirine, Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ji bo nîqaşkirina qanûnên girêdayî awayên darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ava kir. Her wiha bi aliyên derve re girêdayî mijarê nîqaş kir. Meclisê pêwîstiya darizandina çeteyên biyanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir, lê heya niha tu bersîv nedane.

Endamê Komîteya Nîqaşkirina Karûbarên Qanûnî ya awayên darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Xidir Ibrahîm got: “Li gel derfetên kêm hejmara zêde ya çeteyan barê me giran dike û astengiyan ji me re çêdike. Em bi hewcedariya alîkariya navdewletî ne, ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî darizînin. Ji ber ku em zehmetiyan di warê lêkolînên sûc û taqîkirina cureyên çekên ku hatine bikaranîn de, dikşînin.”

Ibrahîm destnîşan kir ku dewlet ji mijara darizandina çeteyan xwe didin aliyekî. Ibrahîm got: “Divê ew çete di dadgehek taybet de, mîna dadgeha Romayê li Bakurê Sûriyê werin darizandin.”

Ibrahîm eşkere kir ku Firansa û Almanya desteka avakirina dadgehê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku  piştgiriya avakirina dadgehê bikin. Ibrahîm diyar kir ku lêçûna wê dadgehê dê kêm be ji ber ku hemû delîl û belge li cem wan in.

Dadgeha Parastina Gel di 2014`an de ava bû û rewabûna xwe ji Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê bir. Dadgehê biryarên girêdayî sûcên ku der heqê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kirin û binpêkirinên çeteyan li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê ya li gorî peymana edaleta civakî, li gorî pêşniyara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi hejmara 244 a dîroka 31-7-2014 û erêkirina Meclisa Qanûnsaz a celseya bi hejmar 25 a ku di 27-9-2014`an de li dar ketiye, digire.