Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26’ê Kanûnê 2019, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda ragihandina HPG, diyar kir ku, hêzên Gerîlla li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn, di encama çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

&- KCK li ser salvegera komkujiyê Roboskê daxûyaniyek da û diyar kir ku Roboskî wê neyê jibîrkirin, hesab wê ji kujeran bê pirsîn

&- Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê encamên 77 rojên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin.

&- Parlementerê HDPê Erdal Aydemîr, li ser kiryarên hovane yên leşkerên Tirk li Kanîreşê pêk anîne, pirsnameyek pêşkêşî meclîsê kir.

&- Li Wanê polîsên rejîma faşîst ên AKP û MHPê, di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin

&- Şefê faşîst yê rêveberiya Tirk Tayîp Erdogan bi awayekî surprîz çû Tûnûsê.