Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû qala yek ji damezirîna PKK’ê Sakîne Cansiz kir a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat bû. Karasû qala Sakîne Cansiz kir a ku di salên 1980’yî de bi wê re li Zindana Amedê li ber xwe dabûn.

RÊBERTÎ LI DÊRSIMÊ KESAYET Û KARAKTERA RASTÎN A KURDAN DIBÎNE

Karasû diyar kir ku nêziktêdayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Dêrsimê watedar e û got ku “Li Dêrsimê maleke ciwanan heye. Rêheval Sara jî carinan tê wê derê û hevalan nas dike. Di sala 1976-1977’an de civîneke me hebû. Beriya ku were wê derê Rêbertî diçe Dêrsimê û li Dêrsimê hev dibînin. Nêziktedayîna Rêbertî ya li Dêrsimê watedar û girîng e. Rêbertî dema diçe Dêrsimê, dibêje ‘Divê ev çand, bawerî û civak were parastin.’

Gelê Dêrsimê dibîne û nas dike. Li wê derê kesayet û karaktera rastîn a Kurdan dibîne. Dêrsim qirkirinek li ser wê hatiye kirin û hatiye tirsandin lê dema Rêbertî li Dêrsimê digere, wê rastiya taybetiya Kurdan dibîne.

Kesayet û karaktera rêheval Sara xwe dispêre cewhera jinên Dêrsimê. Dêrsim di nav sînorên Împaratoriya Osmaniyan de ye lê Osmaniyan tu carî nekarîne vê derê fetih bikin û lê serwer bibin. Ne di warê leşkerî de û ne jî di warê bawerî û çandê de nehatiye fetihkirin. Cewhera Xwedawendiyê li Dêrsimê hatiye parastin. Ji ber vê jî dema mirov jinên Dêrsimê binirxîne divê mirov rastiya dîrokî jî bibîne. Dêrsim heta sala 1938’a de hatiye dagirkirin. Kurdbûn û Elewîtiya xwe bi awayê herî xweser parastiye. Lê di sala 1938’an de qirkirinek pêk tê, ev qirkirin gelekî giran e.

Li ser Dêrsimê qirkirinek tê kirin lê ew cewhera xwe ya rastîn diparêze. Dema ku rêheval Sara fêm dike Kurdbûn, bîr û bawerî ji bo jinên Dêrsimê tê çi wateyê, hêrsa wê jî zêde dibe. Ew wê cewhera xweser îfade dike.

SARA YEK JI KESA PÊŞÎN E KU XWEDÎ LI XETA AZADIYÊ DERDIKEVE

Rêber Apo dema xeta azadiyê bi pêş dixe, bi bîr û kesayetiya şoreşger vî tiştî dike. Lê ji aliyê din jî li ser vê axê xwedawend ava bûne, Rêbertî bi vê xwebaweriyê xeta azadiya jinan ava dike û xwedî lê derdikeve. Çawa ku Rêbertî bi rastiya jinan bû yek, rêheval Sara jî bi wê cewhera jinan a ku heta sala 1938’an dibe yek ji kesa pêşîn e ku xwedî li xeta azadiyê ya Rêber Apo derdikeve. Helwesteke wê ya serbilind hebû. Wê namûsa civakî di kesayetiya xwe de şênber kir.

Dema em qala namûsa civakî dikin, ew xwedî li nirxên çand, ziman û nasnameya xwe derdikeve. Dema mirov qala rêheval Sara bike, divê mirov têkiliya wê ya bi dîroka Dêrsimê jî bibîne. Bandora qirkirinê li ser civaka Dêrsimê heye û divê mirov hêrsa li hemberî vî tiştî jî bibîne. Tişteke dîtir jî rastiya jinên Dêrsimê di kesayeta rêheval Sara de dibe yek. Ev tişt nirxên gelekî girîng in.

GELEKÎ GIRÊDAYÎ RÊBERTÎ BÛ

Rêbertî qîmeteke mezin dide Dêrsim û rastiya wê ya civakî. Di heman demê de heval Sara jî parçeyekî vê rastiyê ye. Rêbertî rastiya dijmin, qirkirin û ya Kurdan baş analîz dike. Ev tişt di sedsala dawîn de herî zêde li ser Dêrsimê heye. Bi analîzkirina vê rastiyê re, rêheval Sara têkilî û girêdaneke kûr bi Rêbertî re datîne. Rêheval Sara gelekî girêdayî Rêbertî bû.

Pirtûkeke Rêbertî heye ‘Sêdar û çanda leşkergehê’ Ev li ser Dêrsimê ye. Pirtûkeke gelekî girîng e. Di vir de Kurdistan û Dêrsim tê nirxandin. Rêbertî kesayet, rastî û avadaniya civakî ya Dêrsimê di sala 1978’an de nirxandiye. Ev tê wateya ku rastiya Dêrsimê ji hev veçirandin. Bi vê re hevalên Dêrsimê bêtir mesele fêm kirine û girêdayîna wan a li Rêbertî zêde bûye.

Herî zêde jinên li Dêrsimê xwedî li xeta azadiyê ya Rêbertî derdikevin. Rêber Apo vê xeta azadiyê bi tenê nagihîne tiştên rojane. Rêbertî helwesta li hemberî êrîşan di nav dîrokîbûn û kûrbûna wê de dinirxîne. Rêheval Sara vê xeta azadiyê baş fêm dike û di têkoşîna azadiyê ya jinan de dibe pêşeng. Bi rastî jî ew pêşenga xeta azadiyê ya jinan e. Rêheval Sara di salên 1980’î de jî bûbû efsane. Bi helwesta xwe ya li qereqol û zindanê bû efsane. Bi helwesta xwe ya li zindanê bû efsane. Vê helwest û berxwedana heval Sara bû sedem ku jinên Kurd tevlî vê têkoşîna azadiyê bibin. Gelek ciwanan piştî ku navê rêheval Sara dibihîsin tevlî nav têkoşînê dibin.

Rêhevla Sara di lêpirsîna polîsan û zindanê de îradeyeke mezin nîşan daye. Ji ber ku baş agahî ji berxwedana 14’ê Tîrmehê nestiendine, tev lê nebûne. Xwestine tevlê bibin lê baş bi rewşê nizanin. Lê tevlî berxwedana di sala 1983’an de dibin. Rêheval Sara û hevalên jin tevlî berxwedana Çileya 1984’an a rojiya mirinê dibin.

BERÊ XWE DIDE ÇIYAYAN

Rêheval Sara piştî ku ji zindanê derdikeve berê xwe dide çiyayan, kesî nikaribû heval Sara li bajaran bide sekinandin. Dixwest biçe ba Rêbertî û qadên gerîlayan. Di vî warî de kesayetiya wê ya gerîla ye. Meş, helwest û baweriya wê xweserî fermandarên gerîlayan e. Di nav rêxistinê de tekane kes bû ku her roj spor dikin. Di vî warî de xwe ji gerîlatî û çiyayan re amade dikir.

Piştî demeke kurt çûye Qada Rêbertî û li wê derê ji Rêbertî perwerde stendiye. Piştre çûye Botanê û gerîlatî kiriye. Di warê fizîkî de gelekî xurt bû. Jixwe hesta wê ya şoreşgerî ew li ser pêyan digirt. Têkoşîn û baweriya şoreşgeriyê mirovan li ser pêyan dihêle. Rêheval Sara bi vê coşê çû qadên gerîla. Jixwe cihê ku ew lê bû, bêmoralî tunebû.

Di girtîgehê de me pirtûkek dinivîsand û wê jî bîranînên xwe şandibû. Wê jî qala qawîşa jinan dikir. Wê qal dikir ku çawa moral dida hevalên jin û wan çi dikirin. Rojnivîskek jî amade kiribû û şandibû wir. Hin rojan skeç dikirin û di nav skeçê de herî zêde wê cih digirt. Her dem dixwest moral bide hevalên xwe.

Rêbertî her dem ev tişt digot, ez bi zarokan re dibim zarok, bi jinan re dibim jin û bi kal û pîran re jî wekî wan têkiliyê datînim û dixwazim moral bidim wan. Rêheval Sara jî li zindanê, di bin wan zextên giran de, bi fikr û hestên xwe dixwaze moral û coşê bide hevalên xwe. Di heman demê de wê hestên xwe di warê wêjeyî de jî îfade dikir. Kûrahiyeke wê ya îdeolojî û çandî heye. Vî tiştî xwe di kesayetiya wê de jî diyar dikir.

Wê dikarî bandorê li ser hemû mirovan bike. Enerjiya wê ya erênî gelekî zêde bû. Têkilî bi mirovên li derveyî me jî datanî. Di nav rêxistinê de têkilîdanîn tiştekî cihê ye, ew çandek e, em hemû dikin. Lê mirov karibe têkiliyê bi bîr, bawerî, civak û îdeolojiyên li derveyî xwe deyne, ev jîrîtiyeke mezin e. Di vî warî de hezkirin û hestên rêheval Sara gelekî zêde bû. Hezkirina wê ya li rêhevalên wê gelekî zêde bû. Wê jin û mêr, ji hemû rêhevalên xwe hez dikir.

Gele mirovên ji îdeolojî û siyasetên cihê piştî şehadeta wê xwedî li rêheval Sara derketine. Dema ku li Ewropayê dixebitî, têkilî bi dostên me û derdorên cihê re daniye. Li her derê welatparêzan ji rêheval Sara hez kirine û ew ji bîr nekirine.

DI ŞOREŞA ROJAVA DE KEDA RÊHEVAL SARA HEYE

Ji Şoreşa Rojava re tê gotin ku şoreşa jinan e. Dema ku qala şoreşa jinan tê kirin, têkoşîna azadiyê ya jinan tê bîra mirov. Pêşengê vî tiştî jî Rêber Apo ye. Rêheval Sara jî ev tişt şênber kiriye û nîşanî hemû jinan daye.

Rêheval Sara demeke dirêj li Rojava xebitiye. Bandor li ser gel û jinên Rojava kiriye. Hewldana Rêber Apo ya 20 salan bûye sedem ku Şoreşa Rojava bibe şoreşa jinan. Hevala Sara jî bi salan li wir xebitiye û xeta azadiyê bandor li jinên li wir kiriye. Di vî warî de ked, par û tevkariya heval Sara di şoreşa Rojava de zêde heye. Divê mirov vî tiştî bibîne.”