Şervanên YPJ’ê Bêrîtan û Arîn soza bilindkirina xeta Avesta Xabûr dan û gotin: “Em wek Yekîneyên Parastina Jinê YPJ em ê her li ser xeta şehîdên xwe bin û em ê rêya wan heya dawî bişopînin û emê ti car dagirkeriyê ser axa xwe qebûl nekin.”
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi fedayîbûna xwe li cîhanê deng veda. Yek ji qehremanên ku li hember zilm û zordariyê serî rakir Avesta Xabûr e.
Avesta Xabûr ji bo ku axa welatê xwe biparêze xwe feda kir ku ev fedayîtiya wê ji bo şervanên YPJ’ê bû soza tolhildanê.
Şervanên YPJ’ê yên ku di Berxwedana Serdemê de cih girtine Bêrîtan Cûdî û Arîn Efrîn di derbarê jiyan û tekoşîna Avesta Xabûr û êrîşên ku di roja îro de tên kirin wiha gotin: “Şehîd Avesta Xabûr ji ber neqebûlkirina dagirkeriyê serî li hember dijminê hov rakir û canê xwe fedayî axa xwe kir. Ew ruhê Avesta ji bo me bû wek rêyeke em bişopînin. Ji ber wê jî ev ruh di Berxwedana Rûmetê de jî xwe da pêş, gelek lehengên weke Avesta Xabûr derketin, ji ber ew şopdarên Avesta Xabûr bûn.”