Di navbeyna gundê Muluyê Dersimê û navenda Dersimê de ocaxeke keviran ev 15 salan dixebite, ji bo ku ev ev ocax keviran were sekinandin kampanyaya îmzeyan dest pêkir.

Kampanya bi sernava, ”Ji komkujiya sirûştê re na, bila ocaxa keviran a li gundê Mulu ya Dersimê were girtin” tê kirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Em vê ocaxa keviran ku zirarê dide gundê me, ava me, ajal û nebat û zindiyên me, naxwazin.”


Di daxuyaniyê de bang  li şaredarî, rêxistinên civaka sivîl, hawîrdorparêz û mirovên baldar hate kirin ku destekê bidin kampanyayê.


Kampanya liser malpera Change.org tê didome.

Kesên ku dixwazim tevlî kampanyaya îmzeyan bibin dikarin pê li lînka jêr bikin.

https://www.change.org/Doga-Katliamina-Hay%C4%B1r-Dersim-Milli-Koyundeki-Tas-Ocagi-Kapatilsin