Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê GULANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê destpê dike niha jî çend sernûçeyên me..
&- KJK’ê got, li hemberî siyaseta rejîma AKP û MHPê ya êrîşî nirx, nasname û destketiyên Kurdan dike, divê her mal, kolan û şaneşîn vegûherin qada çalakiyên bê navbêr.
&- Berpirsê yekemîn yê êrîşên li ser Kobanê ku weke alîkarê Ebû bekîr El Bexdadî dihate dîtin, hate girtin.
&- Yekîneyên taybet yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê, şaneyek veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ girtin.
&- Komeke ku xwe weke rewşebîr û rûspiyên herêma Rojhilatê Sûriyê ya Reqa, Dêre Zor û Hesekê bi nav dikin, bi zimanê dewleta Tirk diaxivin.