Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê HEZÎRANÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Li navçeya Amed Lîcê, artêşa Tirk a dagirker ji bo operasyoneke leşkerî sewqiyata leşkeran dike.
&- Rejîma Îranê îro jî, herêmên Soran û Hacî Omeran topbaran dike û topbaran hîn jî didome
&- KCKê li hemberî êrîşên li ser Şingal, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê kir ku li ber êrîşên qirker rabin ê têkoşînê mezin bikin.
&- Çalekvanen Jin, bi armanca balê bikşînîn li ser rewşa Zeynep Celaliyan û ji bo berdana wê dest bi kampanyayê kirin