Êşand çûyîna Zinar û Rêbez; ji kûrahî ve êşand. Lê Tevgera Apoyî bi şehîden xwe ve dewlemend e. Li derveyî wan  çi tiştê wê heye.

26’ê Gulanê, seat yanzdeh…

Dol û newal û çiyayên Asos hejiya û dengê balafir û dengê teqandin ket nav hev… Serhev… Ducar… Lê li kur?

Hindek gotin, “Qendîl!” hindek gotin, “Nexwer Asos e!” “Çawa çêbû?” Bendewarbûnek sosret, balafira sîxûr bê navber digerî… Liv û tevger nin e.Gerîla bêdeng e. Bêdengbûnekî her henaseya wê tol rakirinê re peyman girê dide. 

Maşînekî ku wekî kaxiz û naylon şewîtî û bû perçe û xwelî. Laşê însan û perçeyê hesîn, cam bi yek car teqîn, şewîtîn û heliyan û bûn pirtik, firiyan.

Gundiyên ku bûne şahidê bûyerê xemgîniyekî pir tûj û kûr, lê pir bi hêrs in. “Çawa dibe ku dewleta Tirk tê li ser axê me mirovê me, gerîlayên me şehîd dixe, çawa?”

Kîjan gundî slav dide me, salox dan: “Ew Apoyî pir zêde mûtevazîn e. Sixûr ne nav me de be çawa dibe Tirk tê li vir dixe?” Li gor wana sixûrê rastî ne balafir e, însanê ku xwe difroşine. Ango kurmê darê ye.

Mirov nikare mirovê xwe biparêze, qey ew der ne Başûrê Kurdistan e? Be hey bibêje çiyayên Asosê ew der li ku derê ye? Qey ne Kurdistan e? Dê axaftinek bike Çiyayê Kuris ew çi ye li ser serê te de dizivrî û xwîndirêj e! Ya tu Ava Zapê çima neaxîvî, bo çi?

Kanî Rêbaz û Zinarên te, li kur in?

Ava Zapê Piçûk jî veya dît. Bû şahîdê xwe. Ma jiyan li ber ava te ji dayik nebû? Çawa nizanî zarokên wê kanî ne? Pê hesiyanekê qedîm niha li van deran digerî. Li cihê ku jiyan hatîbû afrandin niha mirin û kuştin û neçarî digerî.

Tevgera Apoyî rêxistinkirina tol rakirin û stendine ye. Di derketina wê de yanê di cewherê wê de ew rastî heye. Her şehîdên Apoyî jî viya baş dizanî ku tolê wê/î were stendin. Bi vê bawerî re heya dawiya xwîna xwe têdikoşin. Lê belê Tevgera Apoyî tu car nebû dijminê însanê xwe bi xwe. Heman demê bi tevgerkirina komplo û sixûrtî re jî tu car li bin neket. Birindar bû, pir caran. Birinekî wê hê derman nebû, lê birinekî din vebû.

Çima dewleta Tirkiyeyê ya hov wusa êrîşkar e? Tirsa Apoyiyî dijîn. Bi însanên Apoyiyî ve Kurd her ku diçe ji xulamtî derdikevî, li pey xwebûnê xwe dikevî. Bûnê têkoşerê xwebûnê zehmet e. Pir giranbûha ye, lê esîl e. Ew esîlbûn niha tawanekî herî mezin e. Ji ber wê însan bê dadgeh, bê darizandin tên birîn.

Rêbaz û Zinar jî, ji nişka ve çûn.

Lingê heval Rêbaz… bi tenê perçeyekî wî, yek jî perçeyekî şalê wî… Şal û perçeyê lingekî çiyayî… Encex heval Rêbaz wekî her tim berçavên me de ye; dilxweş û pak. Kenekê wî aram û hestdar. Çêker û fêrker. Xweş sohbet.

Tişta ku herî zêde me diparêze çanda me bû. Ne wusa bû heval Rêbaz? Pişt re sohbetê me zivirîbû mirovekî li gor çandê xwe. Li gorê te Apoyîbûn di çanda me de nûjenî bû. Ew nebûba rizandinekî pir mezin li pêşiya me bû.

Lê li derveyî axaftinê te, zîzbûna dengê te bal dikîşand. Te dema digot, “Rêbertî” tu ne normal hestiyar dibû. Hezkirineke pir ji dil xwe eşkere dikir. Esnayê kû tu nêrîn dida min jî dixwest derxinîm tu ji ku yî? Texmîna min destpêkê Sine bû. Piştre Serdeş û Banê. Tu jî Sineyî bû.

Ew sixûrbûn, her roj û kelî îstîhbarat dayina dewletê hov a Tirkiye ne rizandinekî ye. Ew pûçbûn ket xwîna we. Ka ne dît ava Zapê ya Piçûk? Dît. Tu tolhildanê bêçandiye ye. Tu hem hêrs hem jî dilbenda gerîla ye. Tu ciwanekî evîndarê Rêbertî bû. Tu xoşewîste ocaxê giyanê me bi xwe yî. Bedêla wê yî. Çendî esîl, ji dil û pak.

Herî dawî tu dîsa li ser karê xwe bû, me ji hev xatir xwest. Beriya wê tu li ser strana Hesen Zîrek ji bo axaftina min pir keniya bû. Tiştekî di nav strana wî de derbas dibû, li milê me manaya wê cuda bû. Tu têr keniya bû.

“Tu ji bo çi dikenî heval Rêbaz, ka bimeyzîne serdema şah Îsmaîl heta neha Bakur û Rojhilat ji hev du qut bûne. Hindek maye em hev du bi temamî ji bîr bikin. Di ser de jî heya serdema qetilkirina Mazdek jî em biçin, sedan sal e…” Vê carê jî kênekî dilnizm, pir ji dil tu berda bû. Di dawiya kenê xwe de te got, “Ger ku Rêbertî…” lê te gotina xwe dawî nekir. Em bêdeng bûbûn, heçko gotin ji bo hindek tişten têrî nedikir. Carna bêdengbûnê mirov îfadeya hezar hevokê ye. Hêz û rêya ku me anî bû cem hev me viya ji hundirê xwe de pîroz dikir. Heçko me şûkur dikir ku em hatin wê rêya pak.

Ji Xoyê bû heval Zinar… Pir nebûbû di lingê xwe de birindar bûbû. Heya gihîştibû doxtor ji lingê wî can çûbû. Lingê wî ber bi qutkirinê ve bi avêtina demerekî ve xelas bûbû. Lê seqet mabû. Lê ew nediket psikolojiya seqetbûnê. Pir zindî û bi tevger bû. Ji ber wê carûbar rexne dixwar. Xebathezî û yarî kirinê wî di mirov de empatê çêdikir.

Mirov wî carekî nas kiriba bes bû. Bi hurmet nîşandan û bi çalakî tevgerkirina wî di aqlê mirov de dima.

Zinar li cihê ku bijî bû. Jêhatîbûnê wî, ew hîsê dida mirov. Heçko jiyana ku di hesreta wî de mabû, wê ya peydakiribû. Kar ji destê wî dihat. Cihê ku lê mabû be, dihat gerandin. Niha cihê te çawa were dagirtin? Wextê çûyînê bû!

Herî dawî li bin darekê  me ji hev xatir xwest, tu hê jî wusa li vira ye. Bin darekî nû şînbûyî, li rûyê te kenekî dilnizm.

Niha ber ava Zapê ya Piçûkê bîranîn we bê mirin dibe.

Qey ava Zapê ya Piçûk jî di hesreta ezîzbûnê xwe de ye. Berê kanî jiyan bû. Bi qiymet û ezîz bû. Niha jî her roj tê qirêj kirin. Diyar e bêrî ew rojên berî dikî. Disa jî her diherikî û rengê xwe diparêzê. Ew jî li ber xwe dide.

Çiyayên Zagrosê bi gerîla û xwezayî xwe ve li ber xwe dide. Tu dibêjî qey ji bo hev in.

Êşand çûyîna Zinar û Rêbez; ji kûrahî ve êşand. Lê Tevgera Apoyî bi şehîden xwe ve dewlemend e. Li derveyî wan  çi tiştê wê heye.

Li Çiyayên Asosên carekî din tê ramin “Jiyana me çiqas li gor wê dewlemendiyê ye?” Bêdengbûn, neçarî dizivrê çalakbûnê û kar û xebatên serxistinê.

Tiştên rojane, piçûk, fêrbûnên ji rêzê û madî tê jibîrkirin. Armanca Apoyî hê zêdetir tê his kirin. Kê/î dikare êdî ji van êrîşên hovane şûn ve jiyana hesan qebûl bike. Gerîlayên Asosê carekî din tînên bîra xwe ku ji bo çi têdikoşin. Welatê ku di bin dorpêçê de ye, xwezaya wê her di bin êrîşê de ye. Pey Apoyîbûnê dikevin. Bayekî bi vî awayî li çiyayên Asosê radibe û li ber Ava Zapê ya Piçûkê li ba dike.

Tetbîqkirina xeta Apoyî her serxistin tolhildanê ye. Li kûr û bi çi awayî be bila be li gor hişmendiya Rêbertî encam girtin çalakî ye.

Qey çûn? Hatin ba me… Ketin dilê me, canê me. Çalakiyên ku werin serxistinê li benda me ne.

Ma qey Apoyîbûn ne ruh û giyan e!

Niha ew bûn giyan can didên me. Wekî baranê rûyê erdê geş dikin. Hewcadarê me tu kesî/ê jî nin e. Ji ber ku ew pakrewanê me hêza me ne. Rêbaz û Zinar li ser kar li benda me ye.