Di saetên dawî yên agirbesta sê rojan de ku bi wesîleya cejna Qurbanê di navbera Talîbanê û hikumetê de hatibû ragihandin, çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser girtîgeha Celalabadê.
Çeteyên DAÎŞ’ê êvara Yekşemê piştî ku wesayitek li pêşiya girtîgehê teqand, êriş kirin. Li girtîgeha navborî endamên DAÎŞ’ê û Talîbanê hebûn.
Piştî teqînê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer qewimî. Li gorî rayedaran herî kêm 20 kes mirin. Hate ragihandin ku di nava kesên hatin kuştin de sivîl û girtî jî hene.
Endamê Meclîsa Wîlayeta Celalabadê Sohrab Kaderî diyar kir ku dibe ku bîlanço girantir be û zêdeyî 50 girtî reviyane.