Wezareta Karên Derve ya Iraqê, ji ber êrişa dewleta Tirk serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk betal kir û bang li Sefîrê Bilind ê Tirk kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hate ragihandin ku rêveberiya Bexdayê, “Ji bo bêje ku ew êriş û binpêkirinên li dijî Iraqê red dike û bi zimanekî tund şermezar dike, wê nameya protestoyê radestî Sefîrê Tirk bike.”
Ji meha Hezîranê ve cara sêyemîn e ku ji Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Tirk tê kirin.
Hikumeta Bexdayê ragihand ku ew serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk naxwazin, ku dihate plankirin roja Pêncşemê pêk were.
Serokkomariya Iraqê jî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a roja Sêşemê ku di encamê de du leşkerên payebilind ên Iraqê jiyana xwe ji dest dan nayê qebûlkirin û bang li dewleta Tirk kir ku operasyonên xwe yên leşkerî hemûyan rawestîne.