Ermenan li Fransayê meşek li dar xistin û diyar kirin ku wê rê nedin komkujiyê.

Gelê Ermen li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê meşek li dar xist. Meşê li Qada Capîtoleyê dest pê kir û heta Françaîs Verdîerê dewam kir.

Seroka Komeleya Ermenan Stephane Kojayan diyar kir ku wê nehêlin ku gelê Ermen careke din bê qetilkirin.

Hevserokê NCDK a Toûloûse A. Çakir jî diyar kir ku raya giştî ya navneteweyî beriya niha li Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê bêdeng ma û dewleta Tirk komkujî kir. Çakir got, “Divê raya giştî ya navneteweyî faşîzma dewleta Tirk rawestîne.”