Gerîlaya YJA Starê Berfîn Ararat a bi hevrêyên xwe re bi berxwedana ku raber kirin ku xaka Kurdistanê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker parastin, 8’ê Hezîrana 2019’an li Dersimê şehîd ket.

Mihrîban Dûrmaz a di nava tevgera azadiyê de bi navê Berfîn Ararat ku ji aliyê hevrêyên xwe ve hate nasîn; sala 1993’an li Wanê hate dinê. Gerîlaya YJA Starê Berfîn Ararat di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, hê zarok bû navê gerîla û PKK’ê dinase. Di salên dibistanê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Mîna jinekê dikeve pey wateya jiyanê. Nêzîkatiyê jin û mêr a di nava civakê de tim di serê wê de pirsgirêkekê cih girtiye. Berfîn a di dema  xwendina xwe ya amade yî de dikeve nava karên ciwanan, li aliyekê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwîne. Her ku dixwîne digihêje bersiva gelek pirsên di serê wê de.

Li Kurdistanê li dijî rastiya dijmin, mîna jinekê li dijî hişmendiya mêr a wekhevî hatiye şekilgirtin û darbeyek mezin li wê bide sala 2010’ê tevlî tevgera azadiyê dibe. Berfîn zû fêrî çiyan dibe, tevlî jiyana xweser a gerîlayên jin a li çiyan dibe. Bi dilê xwe yê serhildêr, her kêlî, her saet û her roj li bendê ye ku ramanên xwe yên gihiştiyê bixe pratîkê. Fermandar Berfîn a di bedewiya xwenaskirinê ya ku mîna gerîlayeke jin xwe gihandiyê şer dike, di demeke kin de digihêje asta pisporiyê.

Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Hevrê ew e ku cihê hevrêyê xwe bi stêran dorpêç bike ye’ û dîsa gotina Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min tim şer bû’ têkoşîna hevrêtî û jiyanê ji bo xwe kir mînak. Ji qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire heta Dersimê, li her cihê ku aktîv lê bû, têkoşîn kir, derbên xurt li dijmin daye. Di jiyanê de dilnizim, bi sekna fedekar, di nava hevrêyên xwe de gerîlayek mînak bû, gerîla Berfîn bûbû milîtaneke fedayî.

ÇÛYÎN DERSIMÊ XEYALA WÊ YA HERÎ MEZIN BÛ

Gerîla Berfîn Ararat a xeyala wê ya herî mezin çûna Dersimê bû, roja ku xeyala wê pêk hatibû li ser rojnivîska xwe ev nivîsandibû:

‘Ez diçim (27’ê Adara 2015)

“Ji kelecanê dibe bifirim. Diçim Bakur. 2 sal in li bendê me ku biçim. Hevrêyan pêşniyara min erê kirin. Peyv têrê nakin ku kelecaniya xwe vebêjim. Dixwazim ji bo her kesê bêjim. Dixwazim li lûtkeya çiya ya herî bilind qîr bikim. Ez diçim warê Dersimê. Ez diçim cihê Xwedawend berxwedêra mezin Hevrê Sara (Sakîne Cansiz) lê hatî dinê, diçim cihê ku Hevrê Zîlan bi ruhê tolhildanê li dijî dijmin gelê me bi serketinê re kir ye, diçim cihê ku cesaret û biryardarî bi ava Çemê Mûnzûrê re bûyî yek. Bê sekin ji bo heqê wê bidimê ezê xwe tevlî bikim.”

SAKÎNE CANSIZ JI BO XWE KIR MÎNAK

Berfîn Ararat li ser Sakîne Cansiz a di nava jiyana gerîla de têkoşîn, heyranî û ji bo xwe mînak digir û hesreta wê dikişand ev nivîsandibû di rojnivîska xwe de:

“Hevrê Sara

Di demekê de ku dilê min ji bo Dersimê lê dide û dişewite, naskirina cihên tu lê jiyayî, xaka ku tu li ser meşiyî li ser meşîn, nîzî wêbûn, hêzekî mezin dide min. Eger ku mirovek bixwaze azad bibe çima nekare? Em deyndarên vî gelî ne. Ez çiqasî hewl bidim, çi erk û berpirsyarina bînim cih jî, dizanim biqasî serê derziyê sûd dide, Ji bo wê çi dibe bila bibe, hê zêdetir bikevim nava hewldan, hê zêdetir tevlî bibim, ne tişta ji destê min bê, zêdetir bikim.

Erê hevrê Sara îdîayeke min heye ku ez bibim layîqî te. Vê jî dizanim çi bikim jî bikim, dizanim kêm e. Soz didim ku çi dibe bila bibe, wê dawî li xeyal û hesretên min neyê, hewldanên xwe yên bûna hevrêyeke bi hêz di asta herî jor de birêve bibim.”

Berfîn Ararat a di nava hemû şert û mercan de kedekî mezin da, li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk bû gerîlayeke nimûne ku bi fedayî li ber xwe da. Gerîla Berfîn 8’ê Hezîrana 2019’an li Dersimê li dijî dijmin berxwedanekî mezin kir û şehîd bû.