Di mijara cîhadîst Kujtim Fezulai de ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê piştî ku 4 kes qetil kir hate kuştin, hikumet li şaşitiyên polîsan mikur hat.

Di 22’ê Mijdarê de ‘sempatîzanê’ DAÎŞ’ê Fejzulai yê ji Makedonya Bakur li Viyanayê êriş kiribû. Pirsgirêkên têkildarî şopandina Fejzulai doh ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê berê Herbert Kickl hatibûn ragihandin.

Eşkere bûbû ku Fejzulai di slaa 2018’an de ji bo tevlî çeteyên DAÎŞ’ê bibe xwestiye biçe Sûriyeyê, 22 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, lê par meha Kanûnê bi rengekî pêşwext ji girtîgehê hatiye derxistin. Hate ragihandin ku çeteyê navborî li girtîgehê pisporên bernameya ‘tevlîkirina li nava civakê’ xapandiye, bi wan daye bawerkirin ku ew poşman bûye û bi vî rengî hatiye berdan.

Lê belê îdîayeke ku doh eşkere bû, nîşan da ku polîsên Awûstûryayê di şopandina çeteyê DAÎŞ’ê de şaşitiyên mezin kirine. Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta koalîsyonê Herbert Kickl ku demeke dirêj rêveberê FPO ya rastgiriya tund bû, hişyariya polîsê Slovak a der barê Fejzulai şandibû bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê belgeyê, Fejzulai meha Tîrmehê hewl da li Slovakyayê fîşekên çeka kalaşnîkovê bikire. Fejzulai ji ber ku xwedî belgeyên pêwîst nebû nekarî fîşekan bikire û ev hewldan ji aliyê îstîxbarata Slovakyayê ve ji servîsa veşartî ya Awûstûryayê re hate ragihandin.

Her wiha li gorî agahiyan, Fejzulai bi wesayita dayika xwe çû Slovakyayê û plaqeya wesayitê jî ji rayedarên Awûstûryayî re hatiye ragihandin. Ev agahî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê heyî Karl Nehammer ve hate piştrastkirin. Wezîr, Herbert Kickl ê rastgirê tund sûcdar kir û îdîa kir ku Kickl zerarê dide ewlehiya cemaweriyê.

Di komkujiya 2’ê Mijdarê de ya li Viyanayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.