Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik fermanên ku heta niha li ser civaka Êzidî rabûne bi bîr xist û destnîşan kir, ku xwerêveberî û xweparastin mafê bingehîn ê xelkê Şengalê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya li rojnameya Serxwebûnê ya vê mehê de rewşa dawî ya siyasî nirxand û û diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk li ser dijminatiya li Kurdan tên meşandin, li dijî vê yekê jî têkoşîneke dîrokî heye.

Beşek ji gotara Cemîl Bayik wiha ye:

‘XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTIN MAFÊ BINGEHÎN Ê ŞENGALIYAN E’

“DYE, dewleta Tirk û PDK’ê li Şengalê jî dest bi êrişeke nû kirine. Tê dîtin ku li dijî hêzên ku li gelê Şengalê li dijî DAÎŞ’ê parastin û pêşî li qirkirinê girtin, komployek amade kirine. Hêzên HPG-YJA Starê yên pêşî li qirkirinê girtin, di nava berxwedana dijî DAÎŞ’ê de ji bo afirandina hêza xwerêveberî û xweparastinê bûn alîkar; li Şengalê rastiya xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Piştî ku ev pêk hatin, hêzên HPG-YJA Starê xwe ji herêmê vekişandin. Niha li wê derê yên ku Şengalê bi rê ve dibin xelkê Şengalê ye, hêzên xweparastinê jî ji zarokên xelkê Şengalê pêk tên. Xweserî û xweparastina Şengalê ji bo xelkê Şengalê mîna şîrê dayikê helal e. Piştî ku ewqas ferman bi serê wan ve hat, bi fermana dawî re ku Êzidiyatî anîn ber tunekirinê û dawiyê pêşî li fermanê hate girtin, pêvajoyeek nû dest pê kir. Êdî veger li beriya 3’ê Tebaxa 2014’an nabe. Vegera li dema berê tê wateya rûdana fermanên nû. Di rewşekê de ku modernîteya kapîtalîst li her deverê etnîk û baweriyên lawaz û bêhêz tune dike, Şengal bêyî xwerêveberî û xweparastinê nikare nasnameya xwe ya hebûnê, nikare hebûna xwe bidomîne. Eger ji vê yekê bêpar bê hiştin wê bikeve nava qirkirineke bi demê re. Ya ku DAÎŞ’ê dixwest di demeke kurt de bike bi vî rengî wê di demeke dirêj de bê kirin. Şengaliyên ku ev rastî dîtin, xwerêveberî û xweparastina xwe ava kirin. Ev yek mafê wan ê bingehîn e.

‘HÊZA HERÎ REWA YA LI ŞENGALÊ HÊZA XWEPARASTINÊ YA DI DEMA ŞERÊ DIJÎ DAÎŞ’Ê DE AVA BÛN’

Bi taybetî piştî ku Iraqê û PDK’ê Şengal terikandin û bi qirkirina DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştin, xweserî û xweparastina Şengalê êdî veguherî rastiyeke ku nebe nabe. Bi pêvajoya berxwedana parastina Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê, xwerêveberî û xweparastin ava bûn. Niha hêza herî rewa ya li Şengalê, hêzên xwerêveberî û xweparastinê ne ku di dema şerê dijî DAÎŞ’ê de ava bûn. Lê belê bi taybetî PDK ji bo li vir serdest be xwe ferz dike. Şengal dewletê naxwaze, naxwaze cihê bibe. Iraq jî bi vê zane, her kes jî bi vê zane. Tenê dixwaze xweserî û xweparastina wê misoger bibe û bê parastin. Naxwazin ku parçeyekî Iraqê cihê bikin. Lewma ti hinceteke mafdar a Iraqê nîne ku vê xweseriyê red bike. Redkirina îradeya wî gelî, redkirina xweparastina wî gelî, tê wateya serweriya mutleq a li wê derê. Ev yek jî tê wateya şikandina îradeya Êzidiyan, qirkirinê.

Gelo xweseriya Şengalê, xwerêveberiya Şengalê wê zerarê bide PDK’ê? Berevajî, xwerêveberî û xweparastina vê baweriya herî kevn a Kurdan, vê civaka ku timî zilm lê hatiye kirin; ji bo feraseteke ku bi zîhniyeteke demokratîk tevbigere, xweparastin û xwerêveberiya civakeke baweriyan a ku zexta qirkirinê li ser e, tenê wê Kurdan xurt bike. Wê dewlemendiyeke mezin tevlî jiyana çandî, civakî û dîrokî ya Kurdan bike. Lê belê hêrs û feraseta desthilatdariyê ya PDK’ê ewqasî kûr e ku rastiyeke cuda nabîne. Êzidî di nava qirkirinê de hişt, li şûna ku rexnedayina vê bide, piştgiriyê bide xweparastin û xwerêveberiy vî gelî, li şûna ku têkiliya bi Êzidiyan re xurt bike, bi nenaskirina îradeya Êzidiyan dijminatiyê li vî gelî dike. PDK a ku di her mijarê de bi Bexdayê re şer dike, li hev nake, çûye bi Bexdayê re li hev kiriye û dixwaze îradeya vî gelî bişikîne. Dixwaze xwerêveberî û xweparastinê ji holê rake. Gelo ev ya qebûlkirinê ye? Kîjan exlaq, kîjan wijdan dikare vê qebûl bike?

Gelo peymaneke bi vî rengî kî ferz dike? Dewleta Tirk ferz dike. Pêkhatina vê lihevkirinê di 9’ê Cotmehê de jî ispata şênber a vê rastiyê ye. Yên ku 9’ê Cotmeha 2019’an êriş birin ser Girê Spî û Serêkaniyê û dagir kirin, niha jî li Şengalê di nava êrişeke bi heman rengî de ne. Bi rengekî eşkere dixwazin li her devera ku sempatî ji bo Rêbertî heye êrişên wiha bikin. PDK jî dijminatiya dewleta Tirk a li Rêbertî dibîne û bi sûdwergirtina ji vê yekê dixwaze li Şengalê ji nû ve serdest be. Lewma êrişên li Şengalê teşwîq dike, rewa dike. Ji xwe Tirkiye êrişî wir dike, PDK jî dibêje ‘Li wir hêzên li derveyî qanûnan hene, PKK heye’. Gelo mantiqekî wiha pêkane? Hebûna PKK’ê gelo dikare êrişên dewleta Tirk rewa bike? Yan jî êrişeke bi vê hincetê, çêdibe ku ji aliyê PDK’ê ve rewa bê dîtin? Gelo kîjan Kurd dikare qebûl bike ku partiyeke Kurd vê hinceta dewleta Tirk qebûl dike, kîjan feraset dikare vê qebûl bike? Lewma peymana Iraq-PDK’ê di encama şantajên PDK’ê û dewleta Tirk a li ser Iraqê pêk hatiye. Her wiha di encama şantajên DYE’yê yên li ser Iraqê ye. Iraq jî dixwaze ji vê rewşê sûdê werbigire û mîna PDK’ê li Şengalê îradeya gelê Şengalê nas neke û rewşeke bi vî rengî biafirîne. Dibe ku Iraq bi dilxwazî neketibe nava peymaneke wiha, lê belê zîhniyet û nêzîkatiya xwe ji ber ku îrade, xwerêveberî û xweparastina vî gelî nas nake, Iraq jî mîna PDK’ê zext û êrişên dewleta Tirk, her wiha piştgiriya DYE’yê bi kar tîne û dixwaze xwe li wir serdest bike. Iraq PDK’ê, PDK jî Iraqê dixwaze bi kar bîne û li wir serdest be. Rewşa diqewime bi vî rengî ye.

‘DEWLETA TIRK Û PDK LI ŞENGALÊ ARAMIYÊ XERA DIKIN’

Vê peymana li ser Şengalê gelekî qirêj e. Bingehên vê peymanê wexta ku Kazimî û Wezîrê Karê Derve yê PDK’ê Fûat Huseyîn çûn DYE hate danîn. Dema ku Nêçîrvan çû Tirkiyeyê jî çarçoveya wê hate diyarkirin. Çend welatên Ewropayê jî qaşo li Şengalê îstîkrar ava bibe, piştgirî daye vê peymana qirêj. Ev ne peymana îstîkrar û aramiya ji bo Şengalê ye. Ev tê wateya ku Şengalê bikin qada şer. A niha li wir aramî heye. Dewleta Tirk û PDK aramiyê xera dike. Gelê Êzidî û Ereb di bin Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bi aramî dijîn. Di nav wan de şer û nakokî tune. Dewleta Tirk û hêzên derve êrîş û bêîstîkrariyê diafirîne, bi zextên PDK’ê tê kirin. DYE jî piştgiriyê dide van hêzan û zemînê ji van êrîşan re amade dike. Divê hêzên navneteweyî, raya giştî ya demokratîk, saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî jî vê rastiyê bibînin û nekevin xefka dewleta Tirk û PDK’ê. Divê li hemberî zextên DYE stûyê xwe xwar nekin. Berevajî van tiştan divê piştgiriya xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan bihata kirin û îstîkrara wir bihata pêkanîn. Tişta esas divê helwesta li dijî wan kesan be yên ku îstîkrarê xera dike. Xwerêveberî û xweparastin îstîkara wir xera nake. Divê her kes vî tiştî bibîne. Divê tu kes nav planên li dijî xweserî û xweparastina li wir.

Gelê Êzidî ji serî ve li dijî vê peymanê derketiye. Îlan kiriye ku ev peyman ne meşrû ye. Diyar kirine ku peymana îradeya wan tê de tune, wê tu carî qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Him gelê Şengalê û him jî sazî û dezgehên Êzidiyan ên li Ewropayê ev helwesta xwe danîne holê. Helwesta rast û meşrû ev e. Peymanên Iraq û PDK’ê jî ne meşrû ne. Li dinyayê tu hêz tuneye ku piştgiriyê bide wan. Xwerêveberî û xweparastin meşrû ye û hêzeke wisa ye ku gelên cîhanê wê piştgiriyê bidiyê. Heke êrîşek were kirin, ji xeynî îstîsnayan wê hemû dinya bi gelê Êzidî re be. PDK, Tirkiye û DYE wê li holê bimînin. Wê tu kes polîtîka û zextên wan meşrû nebîne. Ji ber vê jî xwerêveberî û xweparastin wê teqez bi ser bikeve.

Di dîrokê de mijara sereke ya siyasetê meşrûiyet e. Tu siyaseta ku meşrûiyeta wê tune, dahatûya wê ya hêza siyasî jî tune. Niha li dinyayê gelê herî meşrû û mafdar gel Êzidî ne. Mafdarî û meşrûiyeta Êzidiyan ewqasî xurt e, tu kes nikare gotinekê ji wan re bike. Hêza ku xwe dispêre vê meşrûiyetê teqez wê bi ser bikeve. Tirkiye, PDK û hêzên li pişt wan jî wê têk biçin. Ya rast wan peymaneke wisa kirine ku wê têk biçin. Tu şansa vê peymanê tuneye ku bi ser bikevin. Heke Êzidî helwesta xwe ya li hemberî vê peymanê bidomînin û hemû Êzidî piştgirî bidin vî tiştî, wê hêzên demokrasiyê û gel piştgiriya vî tiştî bikin, wê xwerêveberî û xweparastin bi ser bikeve.

‘DEWLETA IRAQÊ DIVÊ DI ÇARÇOVEYA DESTÛRA BINGEHÎN DE XWESERÎ Û XWEPARASTINÊ QEBÛL BIKE’

Em teqez dixwazin ku divê Êzidxan xweser be û karibe xwe biparêze. Piştî ku ev tişt pêk hatin, ne girîng e kî wê derê bi rê ve dibe. Gel piştgiriyê bide kê, kê hilbijêre wê ew hêz xwerêveberiya wê derê bidomîne. Wê hêzên leşkerî jî, hêzên xweparastinê jî peywira xwe bi cih bînin. Ya girîng ev e ku meşrûtî, statu û aliyê hiqûqî yê vî tiştî were qebûlkirin. Helwesta me eşkere û zelal e. Piştî ku ev hate kirin, wê Êzidxan hilbijartina xwe bike, rêveberiyên saziyên xwe yên xweser hilbijêrin û ew jî wê Êzidxanê bi rê ve bibin. Bi destûra bingehîn û qanûnan wê têkiliya wan a bi Iraq û Başûrê Kurdistanê were diyarkirin. Ji bo Êzidiyan ya girîng ne têkiliya wan a destûra bingehînî bi Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku feraseta wan ne avakirina dewleteke serbixwe ye. Ew bi tenê xwerêveberî û xweseriya xwe dixwazin. Piştî ku ev pêk hat wê têkiliyên wan bi Başûrê Kurdistanê û Iraqê re çêbibe. Lê heke îradeya gel were redkirin, tunehesibandin û were xwestin bila PDK û Iraq bibe serwer, ev nayê qebûlkrin. Êrîşa qirker a di 3’ê Tebaxa 2014’an de meşrûiyeta van polîtîkayan ji holê rakiriye. Vegera beriya sala 2014’an tê wateya ku feraseta wan a DAÎŞ’ê wekî hev be. Tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, wê vê carê bi awayekî cihê bikin.

Ji ber vê jî divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li dijî van polîtîkaya şaş û peymanê helwesta xwe diyar bike. Divê PDK û Iraq dev ji vê polîtîkayê berde. Heke Iraq wê helwesteke rast nîşan bide, divê di çarçoveya makeqanûnî de xweserî û xweparastina Şengalê qebûl bike. Heke PDK dixwaze têkiliya xwe ya bi Şengalê re bidomîne, divê xwerexneya berdana Şengalê, teslîmkirina 5 hezar jinên Êzidî yên ku ketin destê DAÎŞ’ê, qirkirina Êzidiyan bidin. Di warê pratîk de bi qebûlkirina xwerêveberî û xweparastina li wir dikarin vê xwerexneyê bikin. Heke ev tişt were kirin, wê di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê, federasyon û Êzidxanê têkiliyeke demokratîk pêk were. Civaka Êzidî wê bixwazin ku têkiliyên wan bi Başûrê Kurdistanê re hebe. Ev rewşeke xwezayî ye. Lê helwesta PDK’ê ji dêvila ku vê zemînê ava bike, sabote dike. Ji ber vê jî divê hemû Kurd, ronakbîrên Kurd, hunermend û nivîskarên Kurd li dijî vê helwesta PDK’ê derkevin.

‘IRAQ, PDK Û TIRKIYE DIXWAZIN WEKÎ PEYMANA LI SER ŞENGALÊ LI SER MEXMÛRÊ JÎ BIKIN’

Tê bihîstin ku Iraq, PDK û Tirkiyeyê dixwazin wekî peymana li ser Şengalê li ser Mexmûrê jî bikin. Tê diyarkirin ku dixwazin Kampa Mexmûrê belav bikin, xwerêveberiya gelê Mexmûrê bi dawî bikin û têxin bi rêveberiya hêzên cihê. Wisa diyar e ku li her derê li dijî Kurdên azad êrîş heye. Kurdên azad û Kurdên demokratîk nayên xwestin. Heke ne noker be naxwazin ew Kurd bijî. Êrîşeke wisa li ser Kurdan heye. Êrîşkar xwe çiqasî xurt hîs bikin jî, îradeya gelan hatiye wê astê ku dikare hemû astengiyan hilweşîne. Êrîşkar qels in û Kurdên azad jî xurt in.

Mexmûr kampeke penaberan e û panzdeh hezaran nifûsa wê heye. Ji aliyekî ve ev kamp sembola welatparêziya Botanê ye. Bi zext, zilm û hin hêzan belkî di nav kampê de aloziyan çêbikin, bandorê li ser hin kesan bikin. Lê ew ê nikaribin helwesta welatparêz û demokratîk a gel bişkînin. A niha dewleta Tirk herî zêde bi zext û zordariyan hin Kurdan dixe sîxur. Niha jî PDK bi heman awayî dixwaze tişta ku Tirkiye dike, ew jî li Mexmûrê bike. Wekî li her derê tevî Tirkiyeyê vî tiştî dikin. Ev ji aliyê dîroka Kurdan û ji aliyê rêxistineke Kurdan divê neyê qebûlkirin. Jixwe Kurd qebûl nakin. PDK dibêje ez xurt im, hêza min a leşkerî heye, heke em bibin yek li hemberî me çi hebe, em ê wan ji holê rakin. Hê jî bi feraseteke ji sedsal berê maye, tevdigere. Hê jî dibêje qey hêza hişk wê karibe her tiştî bike. Heke ev hêz ne mafdar û ne meşrû be, wê nikaribe tiştekî bike.

Çi meşrûiyeta vî tiştî heye ku êrîşî kampê were kirin û kamp were belavkirin? Heke kampeke penaberan sempatiya wan ji bo Rêber Apo hebe, ma dibê PDK bi çavê dijminan li wan binihêre? Em dijminatiya dewleta Tirk fêm dikin. Gelo çima PDK bi çavê dijminan dibîne? Dibêje bila ji min hez bike? Ma Kurd çima ji te hez bikin? Kurd azadî û demokrasiyê li ku bibînin nêzî wir dibin. Ma Şengal dikare 3’ê Tebaxê ji bîr bike? Wê bixwazin ku PDK a ku 3’ê Tebaxê afirand, dîsa bibe serwerê Şengalê. Bêguman wê sempatiya wan ji wê ferasetê re hebe ya ku di 3’ê Tebaxê de ew azad kir, wê sempatiya wan ji Rêbertî re hebe. Ji ber ku Rêber Apo her dem Êzidî parastiye û xwestiye werin parastin. Rêbertî çawa ku rêberê Kurdan e, rêberê Êzidiyan e jî, herî zêde rêberê Êzidiyan e.

Ji bo Mexmûrê jî heman rewş heye. Rêbertî têkiliyeke manewî bi gelê Mexmûrê re daniye û bi wan re eleqedar dike. Ji ber vê dibe ku li Mexmûrê hin plan û xefk çêbibin. Lê gelê Mexmûrê çawa ku bi salan ev plan pûç kiriye, wê ji niha û şûnde jî pûç bike. Dibe ku ji nav wan hin noker derkeve. Lê ew ê nikaribe îradeya gelê Mexmûrê diyar bikin û bandorê li wan bike. Ji ber ku ew gel dewleta Tirk nas dike, dewleta Tirk gundê wan şewitand. Niha jî Botan tê şewitandin. Bêguman ev gel wê li dijî dewleta Tirk be. Wê li dijî PDK’ê jî bin, ji ber ku PDK hevkarê dewleta Tirk e. PDK’ê gelek zilm li vî gelî kir. Êrîşî welatparêzên wir kir. Gelê Mexmûrê ji bîr nekir ku çawa êrîşî Ertûşê hate kirin. Ji ber vê jî qebûlkirina vê polîtîkayê ne mumkun e. Dahatûya vê polîtîkayê jî tune. Ji ber vê em dixwazin PDK dev ji polîtîkaya xwe ya zextên li ser Mexmûrê berde. Partiyeke Kurdan divê ne ambargo û dorpêçandina wir bike. Divê li gorî derfetên xwe piştgiriyê bidin wir. Lê ev piştgirî ne ji bo teslîmgirtina wir, divêji bo xurtkirina jiyana azad û demokratîk a wê derê be. Berevajî wê her tişta ji bo teslîmgirtinê bertîl e, şantaj e, gef e û awayekî din ê zextan e. Divê PDK dev ji van rê û metodan berde.

‘ENKS DIVÊ QÎMETÊ BIDE MEZINAHIYA KU ŞOREŞGERÊN ROJAVA BI HEVDÎTINA BI WAN RE KIRIN’

Li Rojava di navbera şoreşgerên Rojava û ENSK a ser bi PDK’ê ve demeke dirêj e hevdîtin tên kirin. Em van hevdîtinan ji çapemeniyê dişopînin. Em hin agahiyan werdigirin. Tê gotin ku gavên destpêkê yên peymanê hatine avêtin. Di vî warî de nirxandinên xweşbîn tên. Lê belê hin agahî jî tên ku tê gotin dema dawî li ser hin mijaran li hev nehatiye kirin, nêrînên cuda derketine holê.

Bêguman daxwaza Kurdan hemûyan e ku ENKS ji Tirkiyeyê ji çeteyên wan qut bibe, bi şoreşgerên li Rojava re bi hev re tevbigerin û di astekê de li hev bikin. Dewleta Tirk dijminatiyê li Şoreşa Rojava dike ku yek ji şoreşên herî mezin ên dîroka Kurdan e, lewma têkiliya bi vê dewletê re, têkiliya bi çeteyên wan re, bûyîna parçeyek ji êrişên li ser Şoreşa Rojava rewşeke ku nayê qebûlkirin. Helwesta ku heta niha hatin nîşandan bi rastî jî nîşaneya xiyanetê bûn. Bi awayekî din nedihate pênasekirin. Rûniştina li navenda Tirkiyeyê ku dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne, têkiliya bi çeteyên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, wê wekî din çawa bihata nirxandin? Siyasetmedar li aliyekî mirovekî ji rêzê jî ev yek qebûl nedikir. Ya rast, şoreşgerên Rojava hewl didin wan ji vê rewşê rizgar bikin, hewl didin bi destê wan bigirin û rakin ser piyan. Ev gelekî watedar e. Divê ENKS qîmeteke mezin bide vê yekê. Divê PDK jî qîmeteke mezin bide vê yekê. Ev rewş wê hem ENKS’ê ji rewşa xwe ya neyînî ya berê rizgar bike, hem jî nêzîkatiya neyînî ya PDK’ê ya bi rêya ENKS’ê li dijî şoreşa li wir dike ji holê rake. Ev yek beriya her tiştî ji bo wan nirxekî mezin e. Lewma şoreşgerên Rojava bi rastî jî mezinahiyekê nîşan didin. Bi navê yekîtiya Kurdan, bi navê Kurdîtiyê feraseteke ku kes nîşan nede, nîşan didin. Divê ENKS jî PDK jî bi qîmetê vê zanibin. Naxwe ji bo wan tiştekî ji wê rewşê xerabtir nîne ku weke nokerên Tirkiyeyê, weke hevkarên nokerên çeteyan, weke hevkar û nokerên dagirkerên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî cihê xwe di nava dîrokê de bigirin.

‘KURD BI FERASETA XWE YA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DIKARIN BIBIN MÎNAK’

Bêguman divê li Rojava demokrasî hebe, hemû zîhniyetên cuda, nêrînên siyasî yên cuda karibin xwe lê bi rêxistin bikin. Divê gel li wir xurt be. Divê demokrasiyeke rasteqîn û mînak li wir hebe. Kurd bi pereyê xwe, bi hêza xwe ya leşkerî, yan jî bi tiştekî xwe yên din ê madî li Rojhilata Navîn, li cîhanê nikarin bibin mînak. Kurd bi feraseta xwe ya demokrasî û azadiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê dikarin bibin mînak. Li ser vê bingehê dikarin destketiyên mezin bi dest bixin. Tiştên ku bi leşkerî û hêza pere nikarin bi dest bixin bi vê zîhniyetê dikarin bi dest bixin. Gelo ji vê hêjatir tiştekî din heye? Lewma li Rojava ne ji bo parvekirina hin tiştan, lê belê ji bo afirandina welatekî demokratîk û azad divê hewl bidin. Eger tifaq bibe divê li dijî Tirkiye, Sûriye, yan jî hêzeke cuda tifaqa parastina xweseriyê û yekîtiyê be. Yekîtiya Kurdan di demên wiha de bi wate dibe. Ji xwe dema ku bi vî rengî bibe hingî dibe yekîtiya Kurdan. Eger azadî, demokrasî û mafê Kurdan biparêze ew yekîtî ya rast e. Lewma divê ENKS û hêzên şoreşger ên Rojava li hev kom bibin, demokrasiya li wir xurt bikin, li dijî rejîmên Tirkiye û Sûriyeyê yan jî li dijî dijminên jiyana azad û demokratîk a Kurdan helwesteke hevpar nîşan bidin. Gelo peymana bingehîn ev yek nîne? Kombûna li xalên bingehîn ev yek nîne? Naxwe mijarên; kî wê çiqasî desthilatdar be, çiqasî dest deyne ser ku derê, yekîtî û welatparêziya Kurd nîne.

Di nava demokrasiyê de divê her kes xwe li wir îfade bike. Divê demokrasiyeke rasteqîn û mînak be. Ji xwe Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê pêk hat û li cîhanê bû mînak. Divê ev dewam bike, di vir de paşvegav avêtin nabe. Ev yek destketiya hin Kurdan bi tenê nîne, destketiya Kurdan hemûyan û mirovahiyê ye. Lewma gelo çêdibe ku ji temsîla wekhev, ji bandora jinê ya li nava siyasetê û jiyana civakî paşve gav bê avêtin? Destberdana ji vê yekê nabe. Têkilî, lihevkirin, peyman nabe ku li ser bingeha lawazkirina îradeya jinê pêk were. Em teqez dixwazin ku ENKS cihê xwe di nava Şoreşa Rojava, di nava rêveberiya xweser û sîstema li Rojava bigire. Lê belê divê ev yek ne weke parvekirina desthilatdariyê be, divê bi vî rengî nebe. Ev yek wê bê wateya tunehesibandina îradeya gel. Li wir komun, meclîsên taxan, meclîsên xwecihî, demokrasiya xwecihî heye. Demokrasiya gel a xwecihî demokrasiya ji jêr ve ye. Bila dest ji vê bê berdan, erk û biryar li jorê bê komkirin, li jor jî hinek bibe desthilatdar, ev jî bê parvekirin! Bi vî rengî nabe. Ev yek wê were tasfiyekirina Şoreşa Rojava, tasfiyekirina demokrasiya li wir. Bêyî ku dest bide pîvanên bingehîn, bêyî ku karaktera şoreşa jinê bê guhertin, bêyî ku karaktera şoreşa demokratîk a xwe dispêre civakê û îradeya gel û sîstema demokratîk bê guhertin, di nava sîstemeke wiha de dikarin li hev bikin, her hêza siyasî li bajar, bajarok an jî li nava rêveberiya giştî dikare cih bigire, divê cih bigire.

Hevpeyman heye, li ser bingeha vê hevpeymanê her kes dikare cihê xwe di nava rêveberiyê de bigire, dikare bibe îrade. Îro li ser bingeha hevpeymanê hêza rêveberiyê niha bi partiyeke siyasî re be, bi feraseteke siyasî re be, lê li ser vê hevpeymanê dikare sibe hêzeke cuda bibe rêveber. Yanî ya girîng ew e ku li se bingeha feraseta civakîparêziya demokratîk, li ser bingeha hevpeymana demokrasiya xwecihî rêveberî bê qebûlkirin. Yekîtî divê li ser vê bingehê be, lihevkirin li ser vê bingehê be. Piştî ku lihevkirin bi vî rengî bû hingî PYD’î dikarin rêveber bin, sibe hezêke din dikare bê yan jî hêzeke siyasî ya ENKS’î dikare bibe rêveberî. Ya girîng parastina hevpeymana demokratîk e, li gorî vê hevpeymanê her kes piştgiriya gel werbigire û bi vî rengî bibe rêveber. Hemû astên rêveberiyê divê bi hilbijartinê bê. Em destekê didin lihevkirinekê ku hemû organên rêveberiyê bi hilbijartinê tên, demokrasiyeke xwecihî lê hebe. Bi feraseta ji sedî 50’î ji sedî 50’î ku îradeya civakê ji nedîtî ve tê, parvekirina desthilatdariyê li jorê nabe. Ev yek wê bibe bêhurmetiya li îradeya gel. Her wiha rewşeke ne ya qebûlkirinê ye ku ji derve ve hêzeke leşkerî bê birêxistinkirin û li ser wê derê bê ferzkirin. Eger nêzîkatiyên bi vî rengî yên nayên qebûlkirin nebe, hingî bi dîtina me wê lihevkirina li wir, yekîtiya navbera rêxistinên li wir wê rast be, hem Kurdan hem hêzên siyasî yên li wir hem jî rêveberiya xweser a li wir ji her hêza derve biparêze, parastina wê xurt bike.”