Ciwanên Kurd ên li Dortmûndê, êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayên HPG’ê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li dijî êrişa hêzên PDK’ê ya li hemberî gerîlayên HPG’ê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek li dar xistin.
Piştî ku hêzên çekdar ên PDK’ê li nêzî gundê Sîgirê yê navçeya Amediyê êriş birin ser gerîlayên HPG’ê, li gelek deveran Kurd daketin qadan û êriş şermezar kirin.
Yek ji wan çalakiyan jî li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê bû. Ciwanan li dijî vê êrişê li navenda bajêr meşiyan.
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, TCŞ hildan û gerîlayê HPG’ê yê di êrişa PDK’ê de şehîd bû bi bîr anîn. Ciwanan PDK şermezar kirin.
Bi qîrîna dirûşmên “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” ciwan ji navenda bajêr heta gara trenê meşiyan. Her wiha bang li ciwanên Kurd hemûyan kirin ku tavilê li ber êrişên PDK’ê rabin.