Serokdewletê Venezuelayê ku ji 2015’an û vir ve di hedefa muxalefta rastgir a DYE’yê de ye, got, ew dixwazin rageşiyê kêm bikin.

Madûro li paytexta Caracasê axivî û got, ”Ji berê ve em hazir bûn ku bi rêveberên DYE’yê re bidin û bistînin û têkiliya bihurmet bdeynin û em ê hazir bin.” Madûro got ew dixwazin bi DYE’yê re rêyên danûstandinê hebin, diyar kir wê li bendê bimînin ku Joe Bîden û hikûmeta wî dest bi kar bike.

Maduro got, ”Em li hêviyê ne ku hikûmeta Joe Bîden bi cih bibe, ji bo bifikire wextê wê çêbibe û derfetên diyalogê di navbeyna DYE û Venezuelayê de çêbibin.”

Madûro got polîtîkaya Venezuelayê ya Donald Trûmp ku 2017’an hatî ser kar, ‘bi rengekî tehl’ têk çûye, hêvî dike ku rêveberiy anû weke Trûmp ku jê re ‘dîktator’ gotî, li ser wê polîtîkayê nesekine.