Hate ragihandin ku erdheja bi dijwariya 6.2 pileyî li rojavayê giravê rû da û herî kêm 34 kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Erdhejê bandora herî giran li bajarê Mamûjûyê kir. Nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyan. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li dehan nexweş û personelên tenduristiyê digerin ku di binê xirbeyan de mane.

Berpirsyarê tîmên alîkariya destpêkê yên Mamûjû got, “Nexweşxane hilweşiya. Di bin xirbeyan de nexweş û personelên nexweşxaneyê hene. Em hewl didin wan derxînin.”

Ajansa meteorolojiyê û jeofîzîkê hişyarî da ku erdhejên nû dikarin rû bidin û ji ber rîska tsûnamiyê bang li gel kir ku xwe ji peravên deryayê vegirin.

Roja Pêncşemê jî bi dijwariya 5.8 pileyî li herêmê erd hejiya bû, lê tiştek bi kesî nehatibû.

Li herêma Palû ya girava Sûlawesiyê di Îlona 2018’an de bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya bû. Di vê karesaetê de zêdeyî 4 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, herî kêm 170 hezar kes jî neçar mabûn warê xwe biterikînin.

Sala 2004’an li peravên Sûmatrayê ji ber erdheja bi dijwariya 9.1 pileyî tsûnamî çêbûbû, 170 hezar ji wan li Endonezyayê 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.