Wezîrê Derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde di bersiva pirsa têkildarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li Îmraliyê dîl hatiye girtin de got, wê hikûmet hewldanên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din bidomîne.

Wekîlê Partiya Çep a Sosyalîstî Freddy Øvstegård tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di grêva Îmraliyê dîl hatiye girtin û girtiyên din pêk tê, roja 18’ê Kanûna 2020’an bi pêşniyarpirseke nivîskî anîbû rojeva parlementoyê.

Di pêşniyarpirsa xwe de ji Wezîrê Derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde xwestibû ku ji bo bi dawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên din û mafên wan bikeve bin ewlehiyê bikeve nava hewldanê.

Øvstegård di pêşniyarpirsa xwe de bibîr xist ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di rapora xwe de qedexeyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Îmraliyê tên girtin rexnekiriye û xwestiye ku tecrîd were sivikkirin. Her wiha xwest ku Wezîrê Derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde di hevdîtina xwe ya bi Tirkiyê de parastina mafên Ocalan û girtiyên din bîne rojevê.

Øvstegård bibîr xist ku gelek saziyên navnetewî binpêkirinên mafên mirovî yên girtiyên siyasî ya ji aliyê dewleta Tirk anîne rojevê û diyarkir ku helwestê dewleta Tirk pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd asteng dike.

Wezîrê Derve yê Norvecê Soreîde got ku binpêkirinên mafê mirovan a dewleta Tirk pêk tîne fikaran çêdike û eşkerekir ku endamê Konseya Ewropayê Tirkiye berpirse ku li hemberî peymana mafê mirovan a Ewopayê û prensîbên mafên demokratîk ên bingehîn û dewleta huqûqî rêzdar be.

Soreîde her wiha bi bîrxist ku wî di hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirk a meha Tebaxa 2019’an de ji bo ku wê berpirsiyartiyê were pêkanîn mijar aniye rojevê û di civînên Konseya Ewropayê yên sala bihorî pêkhatin de heman mijar carek din girtine dest.

Seroîde gavên ku dewleta Tirk piştî meha Gulanê ango piştî rapora CPT’yê ku piştî serdana Îmraliyê weşndibû avêtinî weke gavekî ku di aliyê rast de ye, lê gavekî girîng ê ne têrker e nirxand. Her wiha astengkirina serdanên rêkûpêk a malbat û parêzeran ya bi girtiyan, qedexekirina têkilîçêkirina girtiyan a bi hevdu re ya bi rêjeyek têrker û kêmbûyîna dema hewa standinê rexnekir.

Seroîde, zêdebûna binpêkirinên mafê mirovan a dewleta Tirk bi dayîna hejmarên şênber ya rêjeya alîkarîdayîna hikûmeta Norvecê a ji bo saziyên civaka sivîl re anî ziman. Norvecê ku sala 2018’an 11,5 mîlyon kron alîkarî dabû rêxistinên mafê mirovan ên li Tirkiyê, sala 2020’an ew alîkarî bi qasê 23 mîlyonan zêdekiriye.

Wezîrê Norvecî ragihand ku ew alîkariya madî dane saziyên civaka sivîlê yên ji bo azadiya ragihandin û fikir, wekheviya jin û mêr, parazvanên mafê jinan û yên li dijî êşkenceyê têdikoşin. Her wiha Norvecê piştgirî daye sazî û rêxistinên ku ji bo başkirina mafên girtiyan têdikoşin.

Seroîde piştî da zanîn ku wê hewldanên hikûmeta Norvecê yên ji bo ku Tirkiye rêzê ji peymana mafên mirovan bigre bidome û got: “Ji bo hikûmetê parastina mafên Ocalan û girtiyên din girînge û Norvec wê pirsîna pirsên derbarê mijarên têkildarê binpêkirinên mafên mirovan a li welat bidomîne.”

Partiya Çep a Swêdê di meha Kanûnê bi dayîna pêşniyarpirsekê re pêkanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku 21 salin heta niha li grêva Îmraliyê tê ragirtin û hevalên wî anîbû rojevê û ji bo tecrîd rabe ji Wezîrê Derve Ann Lînde xwestibûn ku bikeve nava hewldanê.