Bûyer li herêma Belucistanê ya dagirkirî ya li başûrrojavayê welêt qewimî. Li oteleke luks a li paytexta Belucistanê Quettayê, teqînek pêk hat ku tê texmînkirin ‘êriş’ e. Wezîrê Karên Hundir Şêx Raşîd Ahmed anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 4 kes mirin.
Wezîr diyar kir ku di teqînê de herî kêm 12 kes jî birîndar bûne. Yek ji mêvanên otelê, Sefîrê Bilind ê Komara Gel a Çînê yê li Îslamabadê û delegasyoneke Çînê bû. Hate ragihandin ku Sefîrê Bilind û delegasyona pê re di dema teqînê de li derveyî otelê bûn.
Balkêş e ku Wezîrê Karên Hundir piştî teqînê Hindistan sûcdar kir. Lê belê wezîr têkildarî vê sûcdariyê ti delîl pêşkêş nekir.
Belucistan ku welatê xelkê Belûcî ye û di navbera Îran û Pakistanê de hatiye parvekirin, beşa wê ya li aliyê Pakistanê ji aliyê gaza xwezayî û madenê ve gelekî dewlemend e. Lê tevî vê yekê jî xelkê wê xizan hatiye hiştin. Tê zanîn ku Komara Gel a Çînê di çarçoveya Projeya Rêya îpekê de bi milyaran dolarî razemenî li vê herêmê kiriye.