Çayan Koçgirî wijdaneke bû ku ji leşkeriya mecbûrî tevlî nav gerîla bûyî, 7 salan heta roja şehîd bûyî ji Geverê heta bi Avaşînê, Şengalê, Hezex û Botanê qet nesekinî.

Çayan Koçgirî, li nav malbateke Sêwazî, li Stenbolê çêbû û mezin bû. 2013’an li Geverê dema ku leşkeriya mecbûrî dikir tevlî nav gerîla bû. Piştî Amed, Avaşîn, Şengal û Hezexê li çiyayên Botanê ku têdikoşî 2017’an şehîd bû.

Her ku dijiya pênaseyên xwe datanî holê. Pênaseya ketine ber bayê wê eşqê dikir ku mirov destekê dide têkoşîna civakeke dî, bi destekkirinê jî nemîne bibe neferek ji wê têkoşînê. Velî Can Hunulu (Çayan Koçgirî) ji Sêwazê bû. Li Stenbolê çêbû û mezin bû. Ji ber leşkeriya mecbûrî sala 2013’an hate Geverê.  Tirsa herî mezin a dagirkeran ev mekan bû ku bi ser rêz û rêçik û çanda Kurdistanê ve bû. Velî Can Hunulu tişta ku dewleta Tirk li ciwanên Kurdistanê, li jin, sirûşt û gelê Kurdistanê dikir li vir dît. Qebûl nedikir û bi wijdanê xwe re rûbirû dibû.

WÎ RESMÎ BANG LI LI MIN DIKIR

Velî Can Hunulu di rojnivîska xwe de wiha behsa wê rojê dike ku ew hejijandibû û wêrekî dabûyê: ”Dîroka 9’ê Çile ya 2013’an. Dema ku min televizyon vekirî nûçeyek derbas dibe. Li pey jî wêneyek. ”Li Parîsê 3 jin hatin kuştin. Sakîn Cansiz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan…Wek ku ava kelandî bi ser min de hatibû rijandin. Çi bi serê min hat? Dilê min kire kutekut. Ji hêrsan li singa xwe didim. Dilê min dihate guvaştin. Nasnakim Sakîne Cansiz, beriya niha ne min navê wê bihistiye û ne jî min dîtiye. Çima ev qasî tesîrê li ser min dike û hêrsa min radibe. Li Fransayê Kurd rabûne ser piyan. Ez jî ji hêla fizîkî li nav artêşa Tirk li Geverê me, kêm jî be bi wê civakê re li wan deran im. Mirov dît dike, seyr e. Ew resim li min dinere û wiha bang li min dike; çi karê te li wir heye Velî. Awirên wê bandorê li ser min dike, ev çawa şoreşgerî ye. Mêrxas be, bimeşe, ji ber ku li wan giran gerîla hene.”

TEVLÎ GERÎLA DIBE Û TÊ AMEDÊ

Dema ku behsa vê rewşê dikir ku ew hejijandibû û bi ser hişê wî ve anîbû, hem bilez dibû û ew digihije gerîla. Piştre dişînin Amedê. Li wir Çiyager Hêvî nasdike.Êdî navê wî ne Velî lê Çayan e; Çayan Koçgirî. Wiha behsa gava pêşî ya hevnaskirinê dike: ”Li çiyayên Amedê min heval Çiyager nas kir.  Dema ku min ê sonda pêşî li gerîlatiya xwe bixwara hate cem min. Wiha got: Em hêja ne, her kesê li vir hêja ye lê tu ji me hemûyan hêjatir î. Tu sond dixwî qedera civakekê ya ku bi destê civakeke dî hatiye nivîsîn biguherînî, li gel ku ne ji wê civakê yî jî. Tu yê bibî milîtanê Tevgera ku wê Kurdistanê azad bike. Ev pir watedar e. Ev ji alî te ve carinan zehmet bibe jî wê pir watedar be.”

Ji bo Çayan Koçgirî yê gerîla rêwîtiyê dest pê kiribû. Ji Amedê gotinên Fermandar Çiyager kire tûrikê xwe û bi rê ket. Rê li rêyan vebûn û bêrawest meşiya. Çendî zor lê bibûya jî ew ê bibûya gerîla, çendî bibûya gerîla herka jiyana wî ew çend wê bilez bûya.

PIŞTÎ AMED Û AVAŞÎNÊ ŞENGAL

Tûrikê xwe bi xweşikiyên Avaşînê, bi zehmetiyên wê û maneyên wê tije kir û meşiya. Gerîlaya Çayan ti caran çavê xwe li neheqî, li zilm û zordariyê negirt, tim vedikir. 2014’an qêrîna Şengalê dît.  Li ser çûna xwe ya cara pêşî ya Şengalê û şerê li wir wiha nivîsîbû di rojnivîska xwe de : ”Ev hê rojên pêşî ne. Rojên ku pir zor li min dibe. Li nav tabûra me ji her deverê heval hene. Soran, Kurmanc, Fars, Emerîkî, MLKP’yî, Iraqî, Başûr û Rojavayî. Kes bi zimanê kesî nizane û hev fêhm nake. Herî pir em li tevgerên hev dinerin û wiha hewl didin ku ev fêhm bikin. Bi rojan e pêlava min bi piyê min ve zeliqî ye, çete êrîşa giran tînin. Divê em gelê Êzîdî biparêzin. Hevokên heval Çiyager li bîra min in. Ez, civakeke cuda. Ew civakeke cuda. Lê têra xwe tişt hene ku me digihînin hev. Îro em hemû Êzîdî ne, sibe belkî bibin ji civakeke dî. Zordarî li kûderê be em ê dîsa li wir şîn bên.”

TIM BI PÊŞ VE DIÇÛ

Li gel her tiştî ew nedisekinî, tim bi pêş ve diçû. Rê li rêyan vedibû. Piştî Şengalê niha diçû navçeya Şirnexê Hezexê. Di fermandariya fermandarê mezin Çeko Çatak de, ku derwêşê Şengalê bû, bi hawara Hezexê ve diçû, bêyî ku çeka wî bicemide tim şer dikir. Çayan nedisekinî, pê zor dihat ku rawestê û bêhna xwe vede. Ne ew disekinî ne qelema wî. Tevlî nav pêngava ciawanên Kurdistanê bû ya ku ji bo parastina dahatû û hebûna civakekê hatibû destpêkirin.

PIŞTÎ HEZEXÊ ÇIYAYÊN BOTANÊ

Her dawî destpêkek e , her destpêkê encam diyar dikir. Gerîla Çayan ku piştî berxwedana Hezexê berê xwe da çiyayan, vegeriya çiyayên Botanê. Gerîla Çayan ji nav jiyana xwe çîrokekê dihêle, çîroka xwe fedakirinê.

Di êrîşên dagirkeriya Tirk de ya Nîsana 2020’an a li ser qada Botanê, Çayan Koçgirî û hevrêyê wî Merwan Kerkûkî tevlî nav diyarê nemiran bû.