Gerîla TV dîmenê çalakiyeke Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal weşand ku li herêma Avaşînê hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 11’ê Hezîranê saet di 09:00 de li herêma Avaşînê çalakiyeke hewayî li dijî dagirkerên li ser qada Kîlîse lidar xistin. Bi rengekî serketî derb li hedefa hate diyarkirin, hate xistin.”