Li Edeneyê di operasyona qirkirina siyasî ya polîsên Tirk de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di operasyona qirkirina siyasî de ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da kirin, polîsan avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinê de ya li 29 navnîşanan, deriyên malan hatin şikandin û di dema lêgerînê de alavên li malan ji hev hatin xistin.

Hate ragihandin ku di operasyonê de gelek kes hatine destgîrkirin û li gelek malan jî lêgerîn dewam dike.