Emîr Abdullahiyan derbarê muzakereyên li ser Viyanayê got “Muzakere di asteke krîtîk û girîng de ne. Em hêvîdar in di rojên pêş de hinek mijarên hesas û girîng ji aliyê welatên rojava ve bi awayekî rasteqîn werin çareserkirin.”
Abdullahiyan diyar kir ku wê Îran di muzakereyan de dev ji prensîbên xwe yên sereke bernede û diyar nekir ku ev prensîbên sereke çi ne.
DYE jî pêncşema borî daxuyanî dabû û diyar kir ku ji bo rizgarkirina peymana nukleer a sala 2015’an di muzakereyên li Viyanayê ‘pêşketinên maddî’ hatine kirin û peyam dabû dibe ku di rojên pêş de peymanek çêbibe.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett jî di 20’ê Sibatê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ew di muzakereyan de hatine asta peymanekê û bal kişandibû ser vî tiştî peymana niha wê ji barê hesastir be.