Salih Ebdo diyar kir ku îdîayên li ser girtina dibistanên Suryanî yan jî Xiristiyan ne rast in û got, “Hin kesên bi rejîmê û îstîxbaratê ve girêdayî ne bi navê Suryaniyan hin deverên bazirganiyê vekiribûn. Karê van deveran hatin sekinandin.”

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Mûhammed Salih Ebdo li ser îdîaya girtina hin dibistanan ji ANF’ê re axivî.

Ebdo bi bîr xist ku Meclîsa Qanûnsaz di çarçoveya Peymana Civakî de sala 2016’an qanûnek derxist û got, “Hin xalên vê qanûnê hene. Yek ji van jî ew e ku dibistanên taybet divê destûrnameyê ji desteya perwerdeyê bigire. Li gorî qanûnê, dibistanên ku destûrname negirtine divê bê girtin. Di xala duyemîn de jî tê gotin, ‘Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em mufredata xwe li ser ti dibistaneke taybet ferz nakin. Dibistanên taybet divê mufredatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rejîma Baasê bi kar nînin. Pêwîste dibistanên taybet mufredatên xwe çêbikin û di perwerdeya xwe de bi kar bînin. Divê mufredata perwerdeyê ya rejîmê bi kar nînin.”

Salih Ebdo diyar kir ku piştî vê biryarê gelek dibistanan deriyê xwe girtin, destûrname negirtin û got, “Tenê çend dibistanên bi navê Suryanî û Ermeniyan hatin vekirin man. Me bi wan re gelek caran nîqaş kirin, hin tifaq çêkirin. Lê mixabin xwedî li tifaqê derneketin. Yekîtiya Suryanî ku partiya Suryaniyan a li Sûriyeyê ye û saziyên wê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û van tifaqan de digire.

Gelek partiyên Kurd û Ereb cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digirin. Ev qanûn jî ji aliyê nûnerên van partiyan û gelan ve hate qebûlkirin. Hemû gelan qebûl kirin. Lê belê hin dêrên Xiristiyan qebûl nekirin. Gotin, ‘Em qebûl nakin ku li derveyî mufredata rejîmê perwerdeyê bikin’. 2 salan me hevdîtin bi wan re kir. Lê ji ber ku encam jê derneket, li gorî qanûnan ev dibistan hatin girtin.”